Pêngava "Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê diafirînin" didome

Di çarçoveya pêngava ji bo piştgiriya jinên Şengal û Afganîstanê, li Qamilo yê mitîngek hat lidarxistin.

Qamişlo- Di bin diruşmeya "Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê diafirînin" rêxistin û tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku dest bi pêngavekê kiribû, bi rêzeçalakiyan dewam dike. Îro, li stadyoma Şehîdên 12'ê Adarê a bajarê Qamişlo a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mitîngek, li ser asta Herêma Cizîrê ku her du kanton (Qamişl-Hesekê) bi kurd, ereb, aşûrî-suryanî û êzîdiyên xwe beşdar bûn, hat lidarxistin.

'Em ê tecrûbeya şoreşa jinê li Şengal, Afganîstan û cîhanê pêşbixin'

Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed axivî û wiha got: "Ji ber meha Tebaxê ji bo Gelê Kurd heyva vejîn û serhildanan ye, dijmin xwestin vê mehê veguherînin meha komkujî û qirkirina gelan û ev qirkirin jî di civaka me ya êzidî de xwe da der. Rizgarkirina Şengalê û avakirina hêza rêveberiyê, parastin û statuyeke serbixwe, ji êrîşên çeteyên DAIŞ û îxaneta KDP'ê re, bû bersiveke herî xurt. Her wiha hembêzkirina gelê me yê Rojava ji jinên êzidî re, bersivek bû ji îxaneta ku rû da bû de. Tecrûbeya şoreşa jinê a ku li vir pêşketiye, em ê bihêlin li Şengal, Başûrê Kurdistanê û her derê pêşbikeve. Em ê vê tecrûbeyê radestî jinên Afganîstanê bikin, da ku ew jî bikaribin bi rêxistinbûyîn û hêza cewherî parastina xwe bikin. Tecrûbeya şoreşa me ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzdayin û hêviya hemû jinên azadîxwaz e. Ger yekîtiya jinan neyê avakirin wê jin nikaribin hebûn û xwebûna xwe temsîl bikin û biparêzin. Bi meşa azadiyê em ê bikaribin xwe ji qirkirin, êrîş, tundî, întîhar û kuştinê xilas bikin."

'Bi konfederalîzmê, wê mafên jinan di destûrên navdewletî de were sepandin'

Bi navê Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ebla Xelîl jî wiha got: "Jin û civaka Êzidî bi destên vala rû bi rû yê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, piştî îxaneta KDP'ê re hatin. Du sal in ku careke din hikûmeta Talîban hatiye ser desthilatê, ku rewş hemû da ye guhertin û serûbinê hev kiriye. Piştî pêvajoya 3'ê Tebaxê jinên Êzidî naskirin ku bêyî parastin, wê bi gelek cûreyên êrîşan re rû bi rû bin. Ji lewra hêvî û tecrûbeyên xwe ji şoreşa Rojava girtin û li ser vî bingehî xwebirêxistin kirin û pergaleke xwe ya parastinê avakirin. Careke din û piştî 20 salan ji gelek destkeftiyan, jinên Afganî bi çarçefa reş hatin pêçandin. Îroj û ji dîrokê de jî, jin her di nava şeran de bûye qurbanî û derheqê wê de gelek sûc hatine pêkanîn û mafê wê hatiye binpêkirin. Jin tenê dikare bi pergala rêxistinî xwe biparêze. Ji vir em bang li hemû jinan dikin ku dest bidin hev û konfederalîza xwe ava bikin, da ku bibe malê hemû jinên cîhanê û bibe cihê daxwaza mafên wan. Herwiha bi vê konfederalîzmê wê mafên jinan di destûrên navdewletî de were sepandin."

Piştî axaftinan Koma Ş.Darsîn şanoyek li ser êrîşa 3'ê Tebaxê û komkujiyên derheqê gelan de hatiye pêkanîn, pêşkêş kirin.