Parlamentoya Holandayê ji bo xweparastinê bikaranîna gaza îsotê nîqaş dike

Li Holandayê piştî qetilkirina Lîsa ya 17 salî, li welat nîqaşa destûra hilgirtina gaza îsotê ya ji bo jinan hat rojevê. Hikûmet, ji bo xweparastinê guhertina qanûnî nîqaş dike.

Navenda Nûçeyan – Li Holandayê Lîsa ya 17 salî di 20’ê Tebaxê de li Holandayê ji aliyê mêrekî ve hate qetilkirin. Qetilkirina Lîsa, li welat bû sedema bertekên mezin. Der barê cînayetê de mêrekî 22 salî ya bêmal hate binçavkirin.

Piştî van geşedanan, li welat nîqaşa wê jin çawa xweparastina xwe pêşbixin hate rojevê. Hate ragihandin ku li seranserê Holandayê, di daxwaza gaza îsot û spreyên xweparastinê yên boyaxê de zêdebûnek berçav çêbû.

Wezîrê Edaletê yê Holandayê David Van Weel, piştî qetilkirina Lîsa têkildarî mafê xweparastina jinan daxuyaniyek balkeş da. Wezîr, ragihand ku ji bo xweparastina jinan destûr dayîna hilgirtina spreyên parastinê yên mîna gaza îsotê di rojevê de ye. Di rûniştina parlamentoyê de Parlementerê CDA’yê Derk Boswîjk jî ji bo zêdekirina ewlehiya kolanan qanûnî kirina gaza îsotê pêşniyar kir.

Li Holandayê û Belçîkayê, spreyên parastinê yên bi vî rengî qedexe ne. Lêbelê, li welatên Ewrupayê yên mîna Fransayê, di çarçoveya qûralên tund ji bo bikaranînê destûr tê dayîn. Wezîr, destnîşan kir herçend bikaranîna spreyan ne çareseriyek mayînde ye jî, bi gotina “ji bo jinan mîna çareyek dawî derfeta xweparastinê dikare bê pêşkêşkirin”, diyar ewê îhtîmala guhertina qanûnî binirxînin.