Li Girtîgeha Qerçekê qedexeya hevdîtinê
Li Girtîgeha Qerçekê ji ber girtiyên siyasî yên jin li dijî qutbûnên kehrebê dirûşme avêtine hevdîtina wan a li gel malbat û parêzeran hate qedexekirin. Parêzvanên mafan, vê pêkanînê wek nîşaneya zextên sîstematîk nirxand.

Navenda Nûçeyan – Hejmarek zêde ya girtiyên siyasî yê jin ku li girtîgeha Qerçek a li Tahranê tên girtin, ev du hefteye hevdîtina wan a li gel malbat û parêzeran hatiye qedexekirin. Ev qedexe, piştî ku girtiyan li girtîgehê li dijî qutbûna kehrebeyê dest bi protestoyan kirin hat.
Ji derveyî gelek girtiyên jin ên weke Golrokh Îraee, Sakîneh Parvaneh, Arghavan Fallahî, Neda Fotouhî, Mîna Mashhadî, Pariyoush Moslemî, Nasim Gholamî Sîmiyarî, Marziyeh Farsî, Zahra Sarou, Azar Karvandî, Nahîd Khodajo û Forough Taghizadeh, hinek girtiyên din ên siyasî di vê demê de ji mafê hevdîtîna rûbirû bê par hatine hiştin.
Ev qedexe, piştî ku hinek girtiyan li dijî qutbûna kehrebê ya her dubare dikir, wek bertek dirûşme avêtin kete dewrê. Di hefteya bûrî de derbarê Neda Fotoujî û Zahra Sarou de ji ber van protesyoyan dosyayek nû vekir û sûcê ‘heqaret li Hanamey kiriye’ lê hatin barkirin.
Qedexeya hevdîtinan tenê mafê girtiyan binpê nake, ji rewşê agahdarbûna malbat û xizmên wan jî asteng dike. Parêzvanên mafê mirovan vê pêkanînê, wek nîşaneya zexta sîstematîk li dijî girtiyên siyasî yên jin û rêveberiya girtîgehê rêgezên mirovî û hiqûqî ji nedîtî ve tên di nirxînin.