Parêzer Şehrzad Şerbîanî hate girtin
Parêzer Şehrzad Şerbîanî ku li bajarê Reşt ê Îranê dijî, ji ber sûcê ‘li dijî pergalê propaganda’ hate girtin û şandin girtîgeha Lakan.

Navenda Nûçeyan – Parêzer Şehrzad Şerbîanî ku li bajarê Reşt ê Îranê dijî, di 1’ê Îlonê de ji ber sûcê ‘li dijî pergalê propaganda’ hate binçavkirin. Hate diyarkirin ku piştî lêpirsînê, Şehrzad Şerbîanî hate girtin û sewqî girtîgeha Lakan a li Reştê hate kirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Bidarzanî ku balê dide ser mafê jinan, lêpirsîna derbarê Şehrzad Şerbîanî,Wezareta Îstixbarata Îranê dide meşandin.
Heta niha têkildarî sedemên girtina parêzer Şerzad Şerbîanî tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.