Erdheja Efganistanê: Gel bi derfetên xwe hewl dide xizmên xwe bibînê

Li Efganistanê hejmara kesên di erdhejê de mirine ji 1000’î derbas kir. Hat zanîn ku gel bi derfetên xwe hezkiriyên xwe ji bin xirbeyan derdixe û defin dike.

BAHARÎN LEHÎB

Kunar- Li wîlayeta Kunar a li rojhilatê Efganistanê di 1’ê Îlonê de bi pileya 6,0 erd hejiya. Di erdhejê de bi taybetî bajarên wek Kunar, Laghman û Celalaban zirar dîtin. Li gor daxuyaniyên dawî, ji ber hilweşîna hatî jiyîn nêzî 1000 kes mirin.

Li Celalabad, malên li hinek gundên li navçeya Dare-i Nur hilweşiyan û çar zarok di binê xirbeyan de man û mirin. Li Laghmanê jî, gel tenê di aliyê madî de zirar dît. Lê belê zirara herî mezin, li Kunarê çêbû. Du newalên girêdayî vê wilayetê bi navê Çepa Dara û Dara-i Mazar, hema bêje bi erdê re bû yek. Di ser erdhejê re du roj derbas bû, lê mirov hê jî hewl didin ji bin xirbeyan cenazeyên xwe derxin.

Hê yên ji xirbeyan nehatine derxistin hene

Hajîra Nur ku kêliya dawî ji ketina bin xirbeyan rizgar bû, tiştên ku jiyaye bi van gotinan anî ziman: “Nivê şevê min dengek ecêb bihîst. Ez ji cihê xwe reviyam, min dît ku ode hemû bûye ax. Di nava heycanê de min keça xwe ya du salî kir milê xwe û li gel hevjînê xwe em derketin derve. Hê em ji mal derdiketin mala me bi temamî hilweşiya. Li kêleka odeya me dayîk û bavê hevjînê min ên extiyar hebûn. Me îro karî em cenazeyê wan ji bin xirbeyan derxin.”

Hajîra Nur da zanîn yên ku hemû malbata xwe winda kirin û ji malbatek tenê kesek mayî hene û wiha got: “Em her roj kesûkarek xwe winda dikin. Windahiyên herî zêde zarok, jin û pîr in. Ji ber firsendên birevin nabînin.”

Alîkarî nighên

Di van herdu newalan de rêyek rast û navendek tenduristiyê tuneye. Jinên birîndar bi xeteriyên cidî re rûbirû ne. Erebe nikarin bighên van herêman. Ji ber wê divê alîkarî bi helîkopteran bighê. Gel pirsgirêkên cidî dijîn. Alîkariyên ku ji aliyê Talîban ve tên şandin, cardin talan dikin û sewqiyata birîndaran bi derengî dikeve. Derfetên kêm, zêdetir gefê li jiyana mirovan dixwe û hejmara miriyan zêde dike.