Li Helebceyê bi hêzkirina jinan hat nîqaşkirin

Rêxistina Bihêzkirin Jinan a Helebceyê bi armanca balkişandina ser valahiya jinan di peywirên biryardayînê de û riya çareseriyê, guftûgoyek vekirî bi sernavê ‘bi hêzkirina jinan a di beşdarikirin û rêveberiyê de’ hat li dar xist.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Rêxistina Bihêzkirin Jinan a Helebceyê ji bo beşdarîkirina jinan di biryardayînê de, li Helebceyê guftûgoyek vekirî bi sernavê ‘bi hêzkirina jinan a di beşdarî û rêveberiyê de’ ji bo jinên ciwan ên Helebceyê hat li dar xist.

Berpirsa Rêxistina Bihêzkirina Jinan a Helebceyê Sûzan Ferec wiha got: “Çalakiya me ya îro rûniştinek di çarçoveya projeyan rêxistinê de hatiye lidarxistin. Armanca me bi vê kombûnê bihêzkirina rola jinan di hilbijartin, pêvajoyên biryardayînê û siyasetê de ye. Li vê derê me li ser valahiya ku di nava biryardayînê de heye û çima jin beşdarî mekanîzmayên biryardayînê nabin, pirsgirêkên rastî wan tên û di vê qadê de em ê çawa xwe pêş bixin, nîqaş kirin.  Di heman demê de em hedef dikin ku fikrên jinan weke hêzeke temamker nabîne û bi awayê kotayê biçe parlamentoyê biguherînin.

Di dawiya guftûgoyan de di nîqaşên bi nava ciwanan de hatin kirin, hinek pêşniyar derketin û biryar hat dayîn ev pêşniyar bibin rapor û li ser wawn xebat bê meşandin.