Li Xezayê ji destpêka şer û vir ve 40 hezar zarok birîndar bûn

Komîteya Mafên Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li Xezayê ji Cotmeha 2023’an vir ve herî kêm 21 hezar zarok seqetiyên daîmî re rû bi rû man.

Navenda Nûçeyan – Di hawirdora şerê li Xezayê de, seqetî ji pirsgirêkek takekesî veguherî qeyranek giştî ku bi taybetî zarok bandorê li jiyana bi hezaran sivîlan dike. Êrîşên domdar ên Îsraîlê, bûn sedema zêdebûna hejmara seqetiyên daîmî. Di pêvajoyê de hilweşîna binesaziya tenduristî û mirovî rewşê hîn zêde xirabtir kir.

Komîteya Mafên Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniya xwe ya îro de, diyar kir ku li Xezayê ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de herî kêm 21 hezar zarok seqet bûne. Komîte, destnîşan kir ku di du salên borî de zêdetirê 40 hezar zarok ji ber şer birîndarbûne û ji nîvê zêdetir zarok jî bi seqetiyên daîmî re rû bi rû mane.

Pisporên serbixwe yên NY’ê di Cotmeha meha borî de, balkişandin ku Filistîniyên astengdar ji ber êrîşên bêserûber ên hêzên Îsraîlê bi xeteriyên cidî yên parastinê re rû bi rû ne. Ev êrîşan bûn sedema hilweşandina binesaziya jiyanî û astengkirina gihandina alîkariyên mirovî.

Pisporan, di daxuyaniya xwe de destnîşan kirimn ku kampanyaya qirkirinê ya hêzên Îsraîlê, kesên astengdar bêparastin dihêle û diyar kirin ku gelek kesên astengdar di encama êrîşên bêserûber de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndarbûne. Ev yek tê wateya rasterast hedefgirtina sivîlan.

Herî zêde jin û zarokên keç bi xeteriyan re rû bi rû dimînin

Pisporan, destnîşan kirin ku kesên astengdar neçar dimînin an malên xwe biteriqînin an jî ji amûrên alîkariyên ji bo jiyana xwe pêdivî dimînin bêpar bimînin. Ev yek jî dibe sedem ku di dema tehliyeyê de bi xeteriya mirinê re rû bi rû bimînin. Bi taybetî jî jin û zarokên keç ên astengdar, hîn zêdetir bi xeteriyan re rû bi rû ne û trawmayên derûnî jî dijîn.

Pisporan, ragihandin ku hejmarek zêde ya birîndarên Xezayê, wê seqetiyên demdirêj bijîn û wê hewceyê xizmetên mîna rehabîlîstasyon, amûrên alîkarî û xizmetên derûnî û civakî dibînin. Lê di şert û mercên heyî de, niştecihên Xezayê di astekî mezin de ji van xizmetan bêpar in.