Di êrîşên Îsraîlê de 113 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
Di 24 saetên dawî yên êrîşên Îsraîlê ya li dijî Zîvala Xezayê de 113 kesan jiyana xwe ji dest dan û 304 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de li Xezayê hejmara kesên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan bû 367.

Navenda Nûçeyan – Êrîş û amborgoya Îsraîlê ya li dijî Xezayê didome. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, der barê rewşa dawî de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de 113 mirî û 304 birîndar veguhestine nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê.
Hate ragihandin ku ji 27’ê Gulanê vir ve hejmara kesên ku di êrîşên pergalî yên Filistîniyên li xalên belavkirina alîkariyan hatin hedefgirtin de jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 339 û hejmera birîndaran jî bû 17 hezar 70 kes. Hate diyar kirin ku hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrişên Îsraîlê li ser Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane bû 63 hezar û 746 û hejmara birîndaran jî bû 161 hezar û 245 kes.
Ambargo didome
Li Xezayê ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê xela tê jiyîn, hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe. Di 24 saetên dawî de 6 kes zêde bû û 131 jê zarok 367 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê de, agahiyên dawiyên têkildarî kesên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane hate parvekirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di 24 saetên dawî de yek jê zarok 6 kesên din ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê jiyana xwe ji dest dan. Hate diyar kirin ku li Zîvala Xezayê hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmehê ve ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane 131 jê zarok 367 e.