Fîlma ‘Dengê Hind Rajab’ ya trajediya li Xezayê vedibêje hate nîşandan
Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de fîlma "Dengê Hind Rajab” ya demjimêrên dawî yên zarokekî keç ya Filistînî ku di bombebarana li Zîvala Xezayê de hate qetilkirin vedibêje, hate nîşandan.

Navenda Nûçeyan – Fîlma "Dengê Hind Rajab", demjimêrên dawî yên zarokekî keç ya Filistînî ya li Xezayê vedibêje. Fîlm, çîroka zaroka bi navê Hind Rajab a 5 salî ku di dema êrîşên hewayî yên Îsraîlê de di otomobîlekê de asê maye û bi saetan ji tîmên ambulansê alîkarî xwest, vêdibêje.
82’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê, fîlma derhênera Tûnisî Kaouther Ben Hania ya bi navê "Dengê Hind Rajab" ku kêliyên dawî yên zarokekî keç a Filistînî ya ku di Çileya 2024’an de li Zîvala Xezayê hate qetilkitin vedibêje, pêşkêşî cîhanî kir.
Fîlm, cara ewil li Festîvala Fîlman a Venedîkê hate nîşandan û ji bo xelata ‘Şêrê Zêrîn’ pêşbaziyê dike. Derhêner Koşer Ben Hania, ev film li dijî destgirtina dijî mirovî ya medyaya cîhanî ya êşên mexdûrên Xezayê, mîna bersivek çêkir. Qîrînên Hind ên ji bo alîkariyê ya li ser telefonê, di nava dengên girîng ên filmê pêktînin de cihdigre.
Di heman demê de ev film ji bo Xelata Oscarê ya Fîlmê Navneteweyî ya Herî Baş ya Tûnisê mîna namzed bê nîşan dan û tê dayîn di seranserê cîhanê de bandoreke kûr a mirovî û hunerê bihêle.