Ji Endama PM’ya CHP’ê hişyarî: Divê pêvajo zelal be
Endama PM’ya CHP’ê Emîne Uçak Erdogan a der barê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û xebatan de axivî, diyar kir pêwîste hemû beşên civakê tevlî pêvajoyê bên kirin û divê pêvajo zelal be.

ELÎF AKGUL
Stenbol – "Banga Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiye, Kurdistanê û li seranserê erdnîgariya Rojhilata Navîn deriyên pêvajoyên nû vekir. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya di çarçoveya geşedanên piştî bangê destpêkir de li Meclîsê hat avakirin, bi pêşniyarên çareseriyê yên ji beşên cuda tên re teşe digire.
Dema ku tê îfadekirin di vê pêvajoyê de berpirsyariyek mezin a komîsyonê heye, hema bejê di her civînê de têkildarî wê pêvajo çawa bimeşê, rêyek derdikeve holê. Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Komarê ya Gel (CHP) Emîne Uçak Erdogan, derbarê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û xebatên wê de nêrînên xwe vegot.
‘Pêwîstiya bi motîvasyonên zelalî û demokratîkbûnê’
Emîne Uçak Erdogan, diyar kir di meclîsê de ji bilî Partiya İYİ hebûna hemû partiyên siyasî ya di komîsyonê de girîng e. Emîne destnîşan kir ku pêkanînên qeyûmê, girtinên di çarçoveya operasyona li hember Lihevkirina Bajaran de û operasyonên ku li dijî şaredariyên Partiya Komarê ya Gel û Kongreya Demokratîk a Gelan, di aliyê rêveçûna vê pêvajoyê de di raya giştî de dibe sedema nîşanên pirsê. Emîneya ku da zanîn di mijara şefafî û tevgera komîsyonê de jî di civakê de bêbawerî heye û got: “Ji bo mîsogerbûna zêdetir piştgiriya civakî jî, pêwîst e motîvasyonên zelalî û demokratîkbûnê jî bên hîskirin.”
‘Di nav Hevgirtina Cumhur de têkildarî komîsyonê lihevkirinek tam nîne’
Emîne Uçak Erdogan got, "Ez difikirim ku em di wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd de di qonaxek girîng de ne” û da zanîn komîsyona ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd piştî 107 salan li Meclîsê hat avakirin, “bûyîna komîsyonek ku di dema êdî çareserî qet nedihat axaftin de hate avakirin û ji bilî Partiya İYİ hebûna hemû partiyên ku li Meclîsê tên temsîlkirin, girîng e.”
Emîne Uçak Erdogan a got Tifaqa Cumhur di nava xwe de derbarê çarçoveya komîsyonê û tiştên pêwîst e bên kirin de “ne di nava lihevkirinek tam de ye”, anî ziman ku “hikûmet dixwaze him navê komîsyonê, him şêweza xebatê û him jî hemû çalakiyên wê bi xwe re serwer be.”
‘Têkildarî rêvebirina pêvajoyê bêbawerî hene’
Emîne Uçak Erdogan wiha got; “Bi hewldanên Partiya Komarî ya Gel û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan re, him nav, him avahî û him jî pêvajoyên biryargirtinê ya vê komîsyonê guherî û hate guhertin; ji bo muzakereyê vekirî bû.” Emîne destnîşan kir ku bi vê yekê re di hemû beşên civakê de him têkildarî pêvajoyê û him jî têkildarî komîsyonê bêbawerî heye û wiha pê de çû: “Ev yek bi şêwaza meşandina pêvajoyê re jî girêdayî ye. Ango du mijar hene. Ya ewil derbarê qanûnên komîsyonê derxe de hinek pirgirêkên raya giştî heye. Ya duyemîn jî dema pêvajo tê meşandin, rewşên mîna hebûna qayûman, girtiyên Lihevkirina Bajêr û operasyonên li dijî Partiya Komarî ya Gel heye. Ne tenê li dijî Partiya Komarî ya Gel, dema operasyonên li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) an jî operasyonên li dijî endamên meclîsa şaredariyê jî bi heman şêwazê hat pêşwazîkirin. Ji ber ku raya giştî difikire ku her çend ji bo navê vê pêvajoyê aştî neyê gotin jî, mîsogerkirina aştî û aştiya civakî ji rêya demokratîkbûnê derbas dibe, ango berfirehkirna rêya siyasetê, mîsogerkirina pêkanîna siyasetê ya hemû kesan di şert û mercên wekhev de û mîsogerkirina mekanîzmaya edaletê ya ji bo hemû kesan derbas dibe û lewma pirsgirêka girtiyên siyasî mîna mijarek girtîn dibînin.”
Emîne diyar kir ku raya giştî di pêvajoya ku hevserokên berê yên HDP’ê ji ber meşandina siyasatê hê jî girtî ne, operasyonên li dijî namzetê serokwezîriyê yê CHP’ê û li derdora Lihevkirina Bajarî de, operasyonên li dijî hevserokên şaredariyê de, bi awayekî mafdar rexneya pêvajo çima dudilî tê meşandin dikin. Emîne da zanîn hemû beşên civakê di vê çarçoveyê de hewcedariya xwe ya demokratîkbûnê tînin ziman.
‘Pêwîst e civak nûnertiya partiyan a di komîsyonê de di jiyana xwe de hîs bikin’
Emîne Uçak Erdogan, destnîşan kir ku zelalî û tevgirbûn ji bo komîsyonê girîng e û vê rexneyê kir, “Raya giştî ji ber ku têkildarî komîsyonê agahiyên zêde nayê dayîn, xwe di dervayî pêvajoyê de hîs dike”. Emîne Uçak Erdogan a got, “Ger hemwelatî vê pêvajotê bi awayekî zelaltir fêr bibin, dikarin piraliya li derdora komîsyonê û nûnertiya hemû partiyan, di jiyana xwe ya rojane de hîs bikin.” Emîne di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku helwestên din yên li derveyî komîsyonê yên partiyên siyasî yên di komîsyonê de li derdora heman masayê rûnîn jî, ji aliyê raya giştî ve nikare were binavkirin.
Emîna Uçak Erdogan, diyar kir ku di vê çarçoveyê de pêwîst e raya giştî têkildarî xebatên komîsyonê bi awayekî bi rêkûpêk were agahdarkirin û divê civak hîs bike ku xebatên komîsyonê dikare jiyana wan a rojane jî "baştir" bike û wiha axivî: "Helbet beşek mezin a hemwelatiyan û beşek mezin ya civakê, dixwazin ev pêvajo bi encam bibe, çek bên bêdengkirin, teror bidawî bibe û rojane jiyanê asayî bibe. Lê dixwazin bizanîn ku dema pêkanîna vê yekê wê di jiyana wan de çi guhertin bên kirin, şênbertir bibe.
Emîne Uçak Erdogan, destnîşan kir tevî hemû operasyonan jî hebûna CHP’ê ya di komîsyonê de hêja ye û wiha got: “Ji bo mîsogerbûna zêdetir piştriya civakî jî. pêwîst e motîvasyonên zelalî û demokratîkbûnê jî bên hîskirin.”