Nameyên girtiyan bi hêceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin

Girtiya bi navê Nûrcan Aslan a ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê girtin, destnîşan kir ku nameyên ji bo ÎHD’ê dişînin jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin.

Navenda Nûçeyan- Nûrcan Aslan a ku li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên li girtîgehê anî ziman. Nûrcan Aslan got:” Der barê bê mafiya ku em jiyan dikin me xwest em name ji rojnameger û ÎHD’ê re bişînin bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin.”

‘Destur nayê dayîn dengê me derbikeve ji derve’

Nûrcan Aslan da zanîn ku destur nayê dayîn dengê me derbikeve ji derve û wiha got: “Naxwazin em van binpêkirinên ku jiyan dikin bi raya giştî re parve bikin.”

Nûrcan Aslan der barê destdanîna ser nameyan de diyar kir ku tu muhatab nedîtine û xebatên civakî ji bi heman hêcetê tên astengkirin û got: “ Êdî hatiye astek wisa ku em bi zor û zehmet ji odeyên xwe derdikevin. Dema kesek nexweş dikeve jî hefteyeke piştre dibin revîrê. Dixwazin dengê me qut bikin. Dixwazin tecrîda heyî hêj girantir bikin.” 

İnfaza 3 girtiyan hate şewitandin

Nûrcan Aslan destnîşan kir ku girtiyên bi navê Leyla Nergîz, Fatma Berfe û Elîf Kaya ji ber poşmantî qebûl nekirine, infaza wan hatine şewitandin û wiha got: “Derfetê didin girtiyên edlî ku li ser telefonê 90 deqeyan biaxivin. Lê nahêlin em 10 deqeyan jî biaxivin. Bi vê yekê re eşkereyî ji me re vê dibêjin; ‘Hûn çi sûcî dikin bikin lê xebatên siyasî nekin.’”