Mamosteyên jin yên Mexmûrê 6’emîn konferansa xwe li dar xistin

6’emîn konferansa mamosteyên jin yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê bi beşdarbûna 120 delegeyan, hat li darxistin. Konferans du rojan berdewam kir.

Mexmûr -  6’emîn Konferansa mamosteyên jin yên wargeha Mexmûrê bi beşdarbûna 120 delegeyan, bi dirûşmeya ‘Armanca me jinan, misogerkirina azadiya fîzîkî y a Rêber Apo ye’ li Mala Gel a Mexmûrê hat li darxistin.

Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî giyanê şehîdan hat destpê kirin û piştî rêzgirtinê ji bo axaftina vekirinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn axivî.

‘Di pêvajoyek wisa de li darxistina konferansê gelek girîng e’

Nûran Sezgîn di axaftinên xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Yek ji projeyên esas yên Rêber APO azadiya jinê bû, lê îro Rêbertî di nav tecrîdek giran de tê girtin. Tecrîdek bê hiqûq, bê maf û bê edalet li ser Rêbertiya me ferz dikin. Lê li beramberî van hemu pêkanînan Rêbertî gavek paş de ne kişand. Ev tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî, Tirkiyê jî xistiye nava tengasiyan de. Tirkiye ji xwe di aliyê siyasî û aborî ve di nava kaosê de ye. Dewleta Tirk niha ketiye nav tevgeran de û dixwaze Tevgera Azadiyê ya qasî 50 salan e têkoşînek mezin dide û têde berdêlên giran hatiye dayîn, tasfiye bike. Di pêvajoyek wisa de li darxistina konferansê gelek girîng e, her biyara ku di vir de bêne girtin li van biryarane xwedî derketin, em ê çawa bibin layiqê Rêbertî û Şervanên Azadiyê girîngiya xwe pir mezin e. Dewleta Tirk dema li ser Tevgera Azadiyê êriş pêk tîne taybet jî êrişî jinê dike. Li ser vê yekê divê em xwe rêxistin bikin, xebatên xwe bi rêkûpêk bikin û di her hûcreyek ya laşê xwe de em Rêbertî bidin jiyan kirin.”

Konferans du rojan berdewam kir, di nava van du rojan de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa siyasî, xebatên rêxistinî yên du salan hatin xwendin û nirxandin, rêvebirname û pêşnûme biryar hat xwedin û pejirandin.

Ji bo axaftina girtinê Hevseroka Qada Perwerdê Bêrîvan Kaya axivî û got: “Ger ku em her du sal konferans li dardixin, bi armanca ku em hinek tiştan derbaz bikin, xwe nû bikin û bikarin hem ji bo qada ku em têde ne hem jî ji bo civaka ku em têde ne em jê re bibin hîvî û barê civakê hêsan bikin.”

Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

‘Armanca me ew e ku em bikaribin bibin hêz ji jinan re’

Mamoste Evîn Colemêrg a beşdarî konferansê bûbû, derbarê lidarxistina konferansê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Wek tê zanîn her du sal carekê konferans tê li darxistin. Armanca vê konferansê ew e ku kêm û kurtiyên di nava du salan de hatî jiyan kirin em wan derbaz bikin, pirsgirêkên ku hatine jiyankirin em bikarin çareserî ji wan re bibînin. Em bikaribin di aliyê jin û perwerdê de bi kîjan awayî xwe bi hêztir bikin yan jî ji bo civaka xwe çawa bikaribin bi taybet jî wek jinên ciwan û ji bo xwendekarên xweser em bikaribin bibin hêz.”

‘Hêza me heye em her tiştî bikin’

Evîn Colemêrg diyar kir ku perwerde ji bo jinan ji hertiştî girîngtir e û got: “Jixwe mijarên me yên konferansê rewşa siyasî, rewşa Rêbertî, di kesayeta Rêbertî de tecrîda ku li ser gelê Kurd tê meşandin, êrişên li ser Kurdan bi taybet yên li ser jin, tundiya li ser jin, destdirêjiya li ser jin û em bikarin bi vê konferansa em bigihijin armancekî ku em bibêjin hêza me heye em hertiştî bikarin bikin. Helwestên jinan, di hemu aliyan de beşdarbûna jinan, pirsgirêkên xwe anîna ser ziman û çareseriya wan, di heman demê de nêrîn dayîna wan jî girîng e. Wek jin divê em xwe di aliyê perwerdê de hîn zêdetir xwe rêxistin bikin, ji ber ku di roja îro de yê ku me li ser lingan digre perwerde ye. Ji bo wê yekê jî da ku em bikaribin hêza xwe derxînin, berxwedaniya xwe mezintir bikin, di hemu qadan de çi dibe bila bibe hêza me heye em xwe perwerde bikin. Ji bo wê banga me ji bo tevayî jinan û bi taybet jî jinên ciwan ên wargehê em bikarin di aliyê perwerdê de xwe rêxistin bikin.”