Li Serêkaniyê dest didanin ser malên kesên koç kirine

Li bajarê Serêkaniyê çeteyên di bin kontrola girêdayî dewleta tirk de, dest didanin ser malên hemwelatiyên ku koçber bûne. Malên ku hatine desteserkirin malbatên DAÎŞ û çeteyên din têde tên bi cih kirin.

Navenda Nûçeyan- Li gora daneyên Komîteya Koçberan û Komeleya Piştevaniya bi Mexdûran re; dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê li bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest danin ser kargeh û malên welatiyan.

Herîkêm dest danîne ser 6 hezar malan

Piştî ku bajar ji aliyê dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê hate dagirkirin, zêdetirî 150 hezar welatî hatin koçberkirin. Li şûna van jî malbatên DAÎŞ’ê û çeteyên din tên bicih kirin. Herî kêm 6 hezar mal hatine desteserkirin.

 Malbatên DAÎŞ’ê tên bicihkirin

Li malên hatine desteserkirin jî malbatên çeteyên ji Hums, Dera, Şam û Idlibê hatine veguhestin û malbatên 55 DAIŞ’i yên ji Kampa Holê reviyayîn hatine bicihkirin. Tevahiya gund û taxên ku mal lê hatine desteserkirin, ji ketin û derketinê re hatine qedexekirin. Hat zanîn ku gelek mal jî veguherandin baregehên leşkerî. Li aliyê din, komên çete dest danîn ser zêdetirî hezar û 200 firoşgeh li malbatên xwe belav kirine.