Li Kobanê jin ji bo jinên Şengal û Efganistanê li qadan bûn

Kongra Star ya herêma Firatê bi meşekê girseyî piştgirî dan jinên Şengal û Efganistanê. Jinan di meşê de li dijî qirkirina jinan banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Konanê - Kongra Star ya herêma Firatê bi dirûşmeya"Em li dijî qetilkirina jinan jiyanek azad diafirînin’ bi meşekê piştgirî dan jinên Afganistan û Şengalê. Di meşê de endamên sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatê Şehîdan, Desteya Tendirûstî, Partiyên Siyasî, Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger amede bûn.

Meş ji qada Jina Azad destpêkir û heya qada Aştî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin Hevseroka Desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel axivî.

Firyaz Berkel bal kişand li ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinan û got: “Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî ji bo tevahî jinên cîhanê ye. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî didin hemû jinên cîhanê bi taybet jinên Şengal û Afganstanê. Êrîşa di sala 2014'an de ku DAIŞ'ê êrîşî li ser Şengalê kir bi armanca tunekirina jinan bûn û avakirina sistemeke li dijî azadiyê bû. Di sala 2021'an de jî Talîbanê êrîşî rêveberiya Efganistanê desteser kir. Her dû jî xwediyê heman ferasetê ne, armanca van herdû hêzan jî qirkirina jinan e.”

Meşa jinan a piştevaniyê bi dirûşman bi dawî bû.

Ji jinan banga têkoşînê: Em dev ji dozê bernadin

Yek ji jinên ku beşdarî meşê bûbû Emîne Yasîn wiha nêrînên xwe parve kir: “Wek jinên Kobanê em li pişt jinên Şengalê û Efganistanê ne. Em bang li tevahî jinan dikin ku her jin dakevin qadan û li hemberî qirkirina jinan bê deng nemînin. Fikir û felsefeya Rêber APO ji bo me jinan gelek derfet li pêşiya me vekir. Bi vê biryardarî û felsefeyê em tu carî serê xwe li hemberî dijmin natewînin û em dev ji doza azadiya em bernadin.”