Li Efrîna dagirkirî zêdeyî hezar jin hatine revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê aşkere kir ku li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin herî kêm 99 jin hatine qetilkirin û zêdeyî hezar jin jî hatine revandin.

Navenda Nûçeyan- Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê der barê sûcên li dijî jinan li bajarê Efrîna ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatin dagirkirin tê pêkanîn de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya li kampa Serdemê hat dayîn ji aliyê Heyhan Elî ve hat xwendin û hat destnîşankirin ku piştî Efrîn hat dagirkirin jin ji revandina jinan û îşkence bigre rastî hemû cureyên sûcan hatine. 

‘Dewleta Tirk sûcên xwe berdewam dike’

Heyhan Elî wiha got: “Ruxmî îdiaya demokrasî û wekheviyê, ji bilî sûcên li dijî jinan li Efrînê tu tiştek nemaye. Ji bilî ku di şerên Mongol, Tataran ên di dirêjahiya dîrokê de ji qetilkirin, revandin, îşkencekirin û tundiya zayendî de mîna van sûcên dewleta Tirk dike, pêk nehatine. Li gorî madeyên 6-7-8 a Peymana Romayê ya bingehîn ev sûc û binpêkirin dikevin kategoriya sûcên şer û dermirovî. Ruxmî hemû qanûnên navneteweyî dewleta Tirk sûcên xwe li dijî jin û zarokan berdewam dike.”

‘99 jin hatin qetilkirin’

Heyhan Elî sûc û binpêkirinên mafan ên li Efrînê wiha rêz kirin:

“*Zêdeyî hezar jin hatine revandin û çarenûsa gelekan ne diyar e.

* 99 jin hatin qetilkirin; ji wan 9 jinan di rewşên nediyar de xwe kuşt.

* 74 jin rastî tundiya zayendî û destdirêjiyê hatine.”

‘Divê dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derbikeve’

Heyhan Elî herî dawî bang kir ku raya giştî ji bo binpêkirin bi dawî bibin bikeve nava tevgerê û wiha got:

“Em çalakvanên jin ên mafên mirovan bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî, mirovî û jinan dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hemberî sûcên li dijî tevahî welatiyên li herêmên dagirkirî ji bakur, heta bi bakurê rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, rabin. Bi taybetî sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin û sûcdaran ceza bikin, zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji tevahî herêmên dagir kirine vekişe û koçber vegerin warên xwe û di aliyê madî û manewî de piştgiriyê bidin qurbaniyan.”