Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 9’emîn didome.

Mexmûr – Li Saziya Malbatên Şehîdan a wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de çalakiya nobetê ya dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma 9’emîn didome.

Çalakiya ku bênavber bi biryardarî didome ji aliyê koma 9’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û li ser navê koma 8’emîn Bêrîvan Tunç axivî.

‘Em ê bi şêweyek topyekun têkoşîna xwe bilindtir bikin’

Bêrîvan Tunç diyar kir ku armanca dewleta Tirk bi tecrîdê ew e ku civakê ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûr bixe û wiha got: “Wekî tê zanîn ev bi qasî 30 mehan e tu agahî ji Rêberê xwe nagirin û her roja ku diçe fikarên me zêdetir dibin. Dijminên gelê Kurd, dewletên hegemon bi hemu hêza xwe bi awayek topyekun êrêşê gelê Kurd dikin û bi wê ve girêdayî tecrîdê girantir dikin. Dewleta Tirk nahêle ku em agahî ji Rêbertî bigrin, armanc û daxwaza wan hemû ew e fikrên Rêbertî ji nav gelê Kurd û gelên ku jê bawer in rake. Em jî wek gelê Kurd û dostên gelê Kurd ji bo ku fikir û felsefeya Rêbertî di nava tevahî civakan de belav bikin, ji bo ku tecrîd û êrîşên li ser civakan ku di şexsê Rêber APO de tên meşandin bişkînin, li ber xwe bidin. Em dibêjin heya ku ew êrîşên topyekun li ser me bên pêkanîn em ê jî bi şêweyek topyekun têkoşîna xwe bilindtir bikin û em di wê hêviyê de ne ku di demek nêz de em ê agahiyek ji Rêbertiya xwe bigrin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.