Li dijî malbata rojnameger Rûken Tuncel êrîşa nijadperest

Li Stenbolê kesên ku êrîşê malbata rojnameger Rûken Tuncel kirin bi gotinên; “Dewlet “ez im, polîs ez im. Em Trabzonî ne, em ê we bişewitînin” malbatê tehdît kirin.

Stenbol- Malbata edîtora Bianetê Rûken Tuncel a li Stenbolê dijî, duh di saetên êvarê de rastî êrîşa nijadperestan hat. Di dema êrîşê de Rûken Tuncel li malê nebû xwişka wê Sînem Tuncel û dayik û xaleta wê bi gotinên ‘terorîst hedef hatin nîşandan.

Li dijî malbatê êrîşa nijadperest û gefa mirinê

Duh di saetên êvarê de dayik û xwişka Rûken Tuncel di ketina apartmanê de ji aliyê cîranê xwe M. Y. ve rastî heqaretê hatin. Êrîşkar li dijî malbata ku nexwest bersiv bide tif kir erdê û êrîş kir. Piştî ku malbatê got ew ê bangî polîs bikin, M. Y. bi gotinên; “Polîs ji bo we nayê. Ez bibînim bibînin dê çawa werin. Dewlet ez im, polîs ez im. Em Trabzonî ne em ê we bişewitînin. Her tişt bi we elewiyan re heye. Hûn tiryakê difiroşin, bi kar tînin. Hûn diçin meşan, ev naşibe çûyîna meşê. Tifinga min a pombeyî heye hûn lê binêrin ez ê şarjorê vala bikim” gefê li wan xwar.

Hedef hatin nîşandan

Dûre keça M.Y. A.Y. jî hat ba wan xwika Rûken Tuncel Sînem Tuncel derb kir û gefan li wan xwar. Dema ku cîranên wan ên din derketin derve M.Y û keça wî A.Y. malbatê hedef nîşan dan û gotin “Ev terorîst in. Ermenî ne.”

Malbatê gilî kir

A.Y got ku li mala wî çeka bi agir heye û berê xwe da malê lê kesên li derdorê wî asteng kirin. A.Y. û M.Y. careke din êrîşa li dijî Sinem Tuncel û dayika wê berdewam kirin. Kesên ku bûn şahidên êrîşa nijatperest, tu mudaxele nekirin.

Komên tendirustiyê yên ku hatin cihê bûyerê ji aliyê komên tendirustiyê ve wan rakirin nexweşxaneyê. Ji bo Sînem Tuncel rapora derbê hat dayîn. Dûre malbata Tuncel çû emniyetê giliya  M.Y. û A.Y. kir. Malbatê der barê cîranek din E.Y.Y. de ji ber sorkirin û hedefnîşandanê gilî kirin. Malbata Tuncel a ku biryara tedbîrê ya pêşîgirtinê dan girtin, pê re nêzikbûna M.Y. û A. Y. ya ji bo malbatê hat qedexekirin.