Li Îsraîlê xwepêşandanên li dijî sererastkirina darazê didomin

Li Îsraîlê, xwepêşandanên ku li dijî sererastkirina daraza hikumetê tên lidarxistin di hefteya 32’an de berdewam dikin. Bi deh hezaran îsraîlî daketin qadan û gotin ‘Demokrasî.’

Navenda Nûçeyan- Li dijî sererastkirina daraza hikumeta koalîsyonê ya di bin pêşengiya serokê Îsraîlê Benyamin Netenyahu her hefte şeva Şemiyê xwepêşandanên girseyî tên lidarxistin û vê hefteyê jî berdewam kir. Îsraîlî di hefteya 32’an a xwepêşandanê de careke din daketin qadan.

Bi deh hezaran Îsraîlî daketin qadan

Ji gelek bajarên weke Tel Avîv, Qudusa Rojava, Hayfa, Herzilya ji gelek xalan bi deh hezaran kes beşdarî xwepêşandanan bûn. Herî zêde beşdariya girseyî ji Tel Avîvê bû. Li Tel Avîvê li cadeya Kaplan li pêşiya Kompleksa hikumetê di çalakiya nerazîbûnê de, rêveberên tevgera xwepêşandanên li dijî hikumeta Netenyahu axivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Benyamin Netanyahu rê li ber kraza destûra bingehîn vekiriye û hewl dide serweriya hiqûqê tune bike.

Dirûşmên ‘Demokrasî’ hatin avêtin

Di xwepêşandana ku alên Îsraîlê hatin rakirin de, bi rîtma dahol û firokan dirûşma ‘Demokrasî’ hat avêtin. Li cadeya Kaplanê her hefte xwepêşander pankarteke ku dirûşm li ser heye te vekirin. Vê hefteyê pankerta wêneyê Benyamin Netanyahu, Wezîrê Edaletê Yariv Levin û navên çepgir tê de cih digrin bi nivîsa ‘Bersûcên darbeya Îsraîlê’ vekirin. Xwepêşander li Kudusa Rojava li ber avahiya serokkomarê Îsraîlê hatin ba hev. Fermandarên xanenişîn, hunermend beşdarî xwepêşandanên li xalên cuda yên li welat bûn.

Tevî nerazîbûn û xwepêşandanan pêşnûme zagon hatibû erêkirin

Tevî nerazîbûn û xwepêşandanên girseyî li seranserê welat hikumeta Benyamin Netanyahu pêşnûme zagona rakirina kontrola dadgeha bilind a li ser hikumetê di 24’ê Tîrmehê de li meclisê di rûniştina ku muxalefetê boykot kir de hatibû erêkirin. Dadgeha bilind, serastkirina daraza hikumetê, du zagonên ku ji meclisê derbas bûne aşkera kiribû wê di Îlonê de dê hevdîtinê bikin.