Kongra Star Zeyneb Kinaci bi bîr anî

Kongra Star bi boneya salvegera Şoreşgera jin Zeyneb Kinaci bi daxuyaniyek nivîskî bibîr anî û got: “Rêheval Zîlan bû qêrîna jinên ku ji bo jiyan û welatek azad têdikoşiyan.”

Navenda Nûçeyan – Kongra Star bi boneya salvegara Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan a ku li hember hedefgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û qetlîamên li ser gelê Kurd protesto bike 30 Hezîrana 1996’an li hember artêşa Tirk çalakiyek canbexşane li dar xist bi daxuyaniyek nivîskî bibîr anî. Kongra Star di daxuyaniyê de diyar kir ku bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” dê şopdarê çalakî û xeta Zîlanê bin

Daxuyaniya ku hatiye dayîn wiha ye:

“Di salvegera 27’emîn ya şahadeta Rêheval Zîlan de, mîrateya birîna hîn qalik negirtî a Geliyê Zîlan e bi minet û rêzdarî bibîr tînin, di şexsê Rêheval Zîlan de hemû şehîdên me yên qehreman ên ku di xeta fedayibûnê de cane xwe kirin gorî bi bîrtînin.

Di şexsê Rêheval; Sema Yuce, Fîkrî Baygeldî,  Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), Zîlan Pepule, Fatoş, Rojbîn, Ronahî, Elefterya, Arîn, Çîçek, Têkoşîn, Avesta, Delal, Armanc, Medya, Jîndar, Dîcle, Ugur Şakar, Zûlkûf Gezen, Ûmît Acar, Yonca Akıcı, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çınar, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay, Rûken û Sara de kevneşopiya bi kok a berxwedanê ya heta roja îro em anîne û di heman demê tevahiya şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minet bibîr tînin, careke din bi mebesta salvegera şehadeta Rêheval Zîlan de soza gihandina serkeftinê û xwedî derketina nirxên  me yên pîroz didin.

Zîlan dengê qêrîna Geliyê Zîlanê ye.

Zîlan manîfestoyeke, sondeke.

Zîlan xwedawenda serdema Apoyî ye…

Zîlan dengê qêrîna  ji kurahiya dîrokê û ji axê ye.

‘Zîlan bû navenda şoreşa jin û azadiyê’

Beriya vê 27 salan û heya niha ji çiyayên Dêrsim’ê deng ji lat, çiya, deşt û newalan û heya bi îro tê ,Ew deng dengê jinên ku li hember zilm, zordarî, qirkirin, mêtîngeriya dewleta osmanî ye, Rêheval Zîlan dibe qêrîna deng vedena jinên ku ji bo jiyan û welatek azad têdikoşiya.

Bi vê çalakiya xwe ya canbexşane tevahî şaneyên dîrok û sibe rojê nîvisand  hem bû îro hem bû dîrok. Bû navenda mejiyê şoreşa jin û azadiyê û di giyana her jineke ku bi hesreta azadiyê dijî bû henaseya jiyanê bû xeta bîrdozî û qehremantiyê ya jina azad

Rêber APO çalakiya Zîlanê pênase dike û dibêje:”Wekî ku tê zanîn  çalakiya Zîlan, ne çalakiyeke xwekuştinî bû. Bi temamî çalakiyeke serdemî, dîrokî, bi plan, wêrek, fedekar û xwînsar bû.”

Bi qasî hêza artêşekê ev çalakiya canbexşane bi tena sere xwe pêkanî, di hundurê vê çalakiyê de gelek peyamên dagirtî ku rêya têkoşîna me ronî dike li pê xwe hiştiye. Bi ruhê Apoyî çalakiya xwe neqişandiye lewma vê çalakiya ku hemî şaneyên rih û bedena mirovan dihejîne li ser nave PKK’ê pêk tine û bi çalakiya xwe fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo me radixe ber çava û bû çirûsk rêya bi hezaran zîlanan ronî kir.”

‘Xwezî ji cane me buhatir tiştek din hebûya’

Lewma bi hezaran keç û xortên Apoyî xeta çalakiya Zîlanê ji xwe re kirin meşaleya azadiyê û têdikoşin. Ji zindanan heya serê çiyan, ji gundan heya bi bajaran bi nave Zîlanê diqîrin û bi dirûşmeya “Xwezî ji cane me buhatir tiştek din hebuya meyê ew jî di oxira Serok, gel û vê riyê de bidana.” Bi vê dirûşmeyê faşîzma dewleta Tirk û hişmendiya destilatdar dihejîne. Li her qadan gel wekî lehiyê diherike û zincîra koletiyê dişkîne.

Bi mebeste salvegera 27’emîn di ser şehadeta Rêheval Zîlan re derbas dibe , em weke Kongra Star careke din li beranber xeta azadî û Rêbertiyê şêwazê çalakî ,têkoşîn ,girêdana xwe muhasebe dikin ku em soza vê didin emê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan Azadî” şopdarê çalakî û xeta Zîlanê bin.”