‘Kiryar ji cezayên mîna xelatê cesaretê digrin’

Li Rihayê di nav du hefteyan de du jinan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan, jinek jî ruxmê biryara parastinê li kolanê hat qetilkirin. Meral Halat a ji OHD’ê destnîşan kir ku kiryar ji cezayên mîna xelatê cesaretê digrin û li ber çavên her kesê jin

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha – Li gorî daneyên JINNEWS’ê di meha Tîrmehê de 26 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 9 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da. Polîtîkaya bêcezatiyê ya tê pêkanîn zêdetir cesaretê dide mêrên kiryarên qetlîam û tundiyê û di demên dawiyê de bi rojevkirinê destkeftiyên jinan tên hedefgirtin.

Yek ji bajarên ku qetlîam û tundiya li dijî jinan balê dikşîne Riha ye. Herî dawî Esma Kalenderlî ji aliyê Murat Utuş ve ku der barê wî de biryara dûrxistinê hebû, li nava kolanê hat qetilkirin. Di rojên derbasbûyî de jî li Qenala Sirrinê ya li navçeya Halîliya Rihayê jinek bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da, dîsa li navenda bajar jinek bi navê E.O. li mala ku lê dimîne bi awayê bi guman mirî hat dîtin.  

Hevseroka Şaxa Rihayê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Meral Halat tiştên ku li bajar tên jiyankirin, bi giştî qetlîamên jinan û zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan ji ajansa me re nirxand.

‘Sedema herî mezin polîtîkaya bêcezatiyê ye’

Meral Halat a difikire ku polîtîkayên bêcezatiyê di asteke mezin de dibin sedema zêdebûna tundiyê wiha axivî: “Nîvê şevê ji ber vekişandina Peymana Stenbolê û polîtîkayên li dijî destkeftiyên jinan ên rejîma yek zilamî mêran bi hêz kirin û di kuştina jinan, bûyîna sebebê qirkirina jinan de dudiliyê najîn. Dîsa ji ber dema darizandin tên kirin daxistina cezayan, polîtîkayên bêcezatiyê û tunebûna bandora pêşîlêgirtinê ya darazê, cezayên ku gelek caran mîna xelatê tên dayîn di demên dawî de li seranserî welat û bi taybetî li Rihayê zêdebûna cinayetên jinan tê dîtin.”

‘Desthilatdar bi biryara xwe nêzîkbûna li dijî têkoşînê raber dikin’

Meral Halat bal kişand ku zagonên nayên pêkanîn herî zêde dibin sedema mirina jinan û wiha domand: “Kiryar li nava kolanan bêyî ku bikevin nava dudiliyê jinan qetil dikin. Li hemberî qîrîna jinan a ‘em naxwazin bimrin’ desthilatdariya siyasî polîtîkayên dûrî erkê ku dikeve ser milên wî pêk tîne. Pergal, di darazê de bi dayîna cezayên mîna xelatan, li hemberî daxwazên jinan ên parastina di warê hiqûqî de bi xwestina delîlan ku bi awayekê aşkere li dijî hiqûqê ye, li hemberî gefa ewlehiya jiyana jinan bi awayekê bê maf û dijberî hiqûqê lêgerîna delîlên şênber dibe sedema qetlîamên jinan. Desthilatdariya siyasî li şûna ku pêşî li cinayetên jinan bigre û li dijî tundiyê têbikoşe, di zagona înfazê de jî guhertinan dike û nêzîkatiyek ji têkoşîna li dijî tundiyê dûr û berevajî vê yekê nêzîkatiya ku li hemberî têkoşînê dibe asteng raber dike.”

‘Li şûna astengkirina sûc cezayên mîna xelatê tên dayîn’

Meral Halat bal kişand ku qetlîamên jinan ên di demên dawî de li Rihayê tên kirin mirov nikare dûrî van polîtîkayan binirxîne û got ku jin herî zêde ji aliyê mêrên ku daxwaza wan a zewacê red dikin ango dixwazin hev berdin ve tên qetilkirin. Meral Halat anî ziman ku li bajar tundiya heyî di çapemeniyê de nayê dîtin û pir zêde ye û wiha got;

“Di demên nêz de em ji Rihayê li pey hev nûçeyên mirina jinan digrin. Li navçeya Siwêregê Esma Kalenderlî ji aliyê Murat Utuş ve ku salek berê hev berdabûn û nû ji girtîgehê derketibû, di 6’ê Tebaxê de li nava kolanê hat qetilkirin. Ev tenê yek ji qetlîamên jinan e ku li bajar çêbûye, di hefteya dawî de tevî cinayeta ku hat jiyankirin du bûyerên mirina bi guman jî çêbûn. Li şûna astengkirina sûc berevajî vê yekê cezayên ku mîna xelatê ji kiryaran re tên dayîn cesaretê didin wan. Di vê rewşê de mixabin an jin ber bi xwekujiyê ve tên kişandin an jî ji aliyê kiryaran ve li ber çavên her kesê tên qetilkirin.”

‘Êrîşên li dijî destkeftiyên jinan mafê jiyanê binpê dikin’

Meral Halat bi bîr xist ku ew hem weke OHD hem jî weke Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Rihayê şopdarên dozên jinan in, bang kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan bi dawî bibin. Meral Halat anî ziman ku jin tirsa herî mezin a aqilê dewlet û pergalê ne û destnîşan kir ku ji ber vê yekê her dem hedef tên girtin. Meral Halat herî dawî got;

“Di dozên cînayetên jinan de ji ber jiyana jinan, nêrîna jinan a li jiyanê ango nasnameyê hewl tê dayîn ku mîna sedema kuştinê bê nîşandan. Zêdebûna mudaxeleya desthilatdariya siyasî ya li dijî destkeftiyên jinan cesaretê dide mêran. Her cure gotin û vesazkirina zagonî dê rê bide windabûna destkeftiyên jinan êrîşek li dijî mafê jiyanê ya jinan e. Divê bi lezgînî bi awayekê bandorker zagon bên sepandin û polîtîkayên ku dê newekheviya zayendî ya civakî ji holê rakin bên avakirin. Vekişîna ji Peymana Stenbolê, ji nîqaşê re vekirina mijara nefeqeyê, biryarên bi israr ên li dijî Qanûna bi Hejmara 6284, gavên li ser vê bingehê, bûne sedem ku jin di jiyana xwe ya xebatê de bi tundî, êrîşa zayendî û mobbîngê re rû bi rû bimînin.”