Keştiya penaberên Arakaniyan noqî avê bû hejmara miriyan derket 23’an

Ji ber ku roja Duşemê li peravên eyaleta Arakanê keştiya penaberên Arakanî tê de bûn noqî avê bû, 23 kes mirin û 30 kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan - Piştî ku keştiya penaberên Arakaniyên ku dixwestin ji Myanmarê derbasî Malezyayê bibin di 7’ê Tebaxê de noqî avê bû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 23’yan. Di daxuyaniya ekîba lêgerîn û xilaskirinê da hat diyarkirin ku 13 jê cesedên penaberên jin û 10 jî mêr ên penaberên Arakanî ne. Li gorî daxuyaniyê 30 kes jî winda ne.

Serê her kesê 4 hezar dolar dane

Hat diyarkirin ku kesên ji qezayê xilas bûne serê her yekê 4 hezar dolar dane qaçaxçiyan û gotin ku piştî ku pere girtin ji botê derketin. Hat ragihandin ku penaberên Arakanî ji ber zilma li Myanmarê û ji qelebalixiya kampên penaberan ên li Bangladeşê reviyane. Tê texmînkirin ku di keştiya ji bo biçin Malezyayê de 58 kes hebûn.