Jinên gundê Peyindasê behsa dorpêçê kirin

Dorpêça li Gundê Peyindas ê girêdayî Tetwanê berdewam dike. Ji şêniyên gund Memîxan Avras û Sakine Avras destnîşan kirin ku roja destpêkê ya oparasyonê ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin û bi saetan li ber tavê mane destûr nedane ku avê vexwin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs – Gundê Peyindas ê girêdayî Tetwana Bedlîsê çend roj in bi operasyona leşkerî û bombebaranê ketiye rojevê, dorpêçkirina li ser hê jî berdewam dike. Hat zanîn ku leşker ji gund derketine lê belê li herêmên çiyayî mane, piştî 5 rojên operasyonê me xwe gihand gund û tiştên ku hatine jiyîn me qeyd kir. 5 rojan leşker ji gund derneketin zoriya herî zêde jinan kişand. li gund ji malbata Avras sê jin hatin binçavkirin, jinên ku ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin destûr nadin avê jî vexwin.

Li gund qedexeya fiîlî berdewam dike!

Di roja ku operasyonê li gund dest pê kir de ji 8 kesên ku hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin. Ji gundiyan Kerem Avras ku bi îdiaya “Alîkarî û dîtina cih” hat girtin, di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatibû. Li gundê ku di du rojên destpêkê de pevçûn û bombebaran lê çêbû, di saetên şevê de duh bi dawî bû, lê belê li herêmên çiyayî tevgera leşkerî berdewam dike. Jinên ku me bi wan re hevdîtin kir tiştên jiyane anîn ziman û gotin ku ji ber dorpêçê bi rojan neçûne malên xwe.

Malbata Avras bi rojan nikaribûn biçin malên xwe!

Jinbiraya Kerem Avras ê rastî îşkenceyê hat, Memîxan Avras da zanîn ku dema li ser tenûrê nan çêdikir dengê pevçûn û çekan bihîstine, dema ku derketine ber derî, dîtine ku di nava gund de leşker hene û diyar kir ku dema ji malê derketine ji bo biçin pezê xwe bidoşin ji ber pevçûnan careke din vegeriyane, ji aliyê cerdevanên ku hatine gel wan ve ji mal hatine derxisti û polîsan jî ew xistine dorpêçê. 

‘Îşkence kirin gotin ketiye erdê’

Memîxan Avras tistên ku jiyane wiha anî ziman:

“Piştî ku em çûn qadê bi bêtêlan, min dengekek ku digot ‘me terorîst girt’ bihîst. Kerem dema ku baxçe av dida, hestiyên wî şikandin û îşkence lê kirin û xistin binçavan û gotin em ê piştre ‘li malê  bigerin.’ Min jî ji wan re got ku hûn Kerem neynin hûn malê lêgerîn nakin. Ev bi salan e zilm û heqaretê li me dikin. Em îsal vê qebûl nakin. Piştî gotina min Kerem bi tankê anîn, çavên Kerem kor kiribûn. Dema ku min ji wan pirs kir çima we wisa kiriye? Gotin bi xwe ketiye erde. Dema Kerem got ez neketim îşkence li min kirin, careke din wî birin gel panzerê. Ma her mêrê ku baxçeyê xwe av dide terorîst e, jixwe di çavên wan de hemû Kurd terorîst in, tiştek nemaye li serê me neaniye.”

‘Bombeyên mijê avêtin govên me’

Memîxan Avras anî ziman ku bi xêzkirina krokiya mala wan ketine malê û her derê lêgerîn kirine û wiha got: “Li malê tu cihê ku lê negeriyan û mêze nekirin nema. Binê guldankan, li ser her tiştî mêze kirin. Texteyên qanepeyan jî ji wan vekirin û li wan mêze kirin. Bombeyên mijê avêtin govên me û bê ka kes heye yan nîn e kontrol kirin. 5 rojan li kêleka mala me man. 5 rojan em nikaribûm li mala xwe razên û xwarinê bixwin. Em li mala cîranên xwe man. Roja destpêkê tiştê ku me nedît nema.”

‘Ez tenê jî bimînim heta bimrim axa xwe naterikînim’

Memîxan Avras anî ziman ku ew ê zilma tê kirin bi tu awayê qebûl nekin û bi gotina “Tu caran ez dev ji gundê xwe bernadim” bal kişand ku zilm li malbata wê tê kirin. Memîxan Avras wiha domand: “Kîjan wijdan vê qebûl dike? Qey ew difikirin ku tiştê dikin heq e? Gundê me, mala me bi salan vala ma. Kesên cuda malên me û govên me bi kar dianîn. 11 sal berê em hatin gundê xwe, careke din bi tu awayê dernakevim. Ez ne van axan û ne jî mala xwe ji kesekî re nahêlim. Min bikujin jî ez bi tenê jî bimînim ez ê mala xwe neterikînim. Xwîna min ji ya kesekî ne sortir e, sed sal jî derbas bibe ez ê dev ji vê dozê bernedim.”

‘Bi seatan em di bin dorpêça leşkeran de hatin rawestandin’

Sakîne Avras a hevjînê wê Kerem Avras ê îşkence dît jî anî ziman ku leşkeran tevî wê sê jinên ji malbata wê bi seatan di bin dorpêçê de girtine û destûr nedane ku ew avê jî vexwin. Sakîne Avras anî ziman ku roja operasyonê kesekî cerdevan hatiye nanê wan ê tendûrê bi gotina “Heqê xwe helal bikin” girtiye, wî jî jê re gotiye “Ez helal nakim” û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo vexwarina avê destûr nedan ku ez biçim mala xwe. Cerdevanê li wê derê hat xwest destên min maç bike, min destûr neda wî û wî ji xwe dûr xist. Dema ku wî got ‘Ma ez heram im ez jî Kurd im’ bi gotina ‘tu heram î’ min bertek nîşanî wî da. Paşê min û du jinên din ên ji malbata min girtin û birin qada gund. Siharê seat di 8’an de em çûn wê derê û heya nîvroyê seat 12’an di bin wê tavê de di bin dorpêça leşkeran de em hatin hiştin. Dema min got ez tî bûme gotin ‘em av bidin te’, min jî ji wan re got ‘ava ku hûn bînin ez venaxwim ez ê biçim li mala xwe vexwim.’ Bi saetan em li wê derê tî hatin hiştin.”

‘Ji me re gotin ‘cihê wan bibêjin em dolaran bidin we’’

Sakîne Avras destnîşan kir ku di bin dorpêça leşkeran de dolaran teklîfî wan kirine û bi pêkutiya derûnî re rû bi rû mane. Sakîne Avras wiha domand: “Li gund tenê me xistin nav dorpêçê. Her kes çû mala xwe lê destûr nedan em biçin mala xwe. Dema ku biraziya min a li gel min bertek nîşan da dolar teklîfî me kirin û gotin ‘cihê wan bibêjin em dolaran bidin we.’ Tiştê ku negotin nema, paşê dema min Kerem di seyareyê de dît cîhan li ber çavên min reş bû. Ez jî çûm bi kulman min li deriyê panzêre da. Dema min Kerem dît îşkenceya ku lê nekiribûn nemabû. Hem îşkence li me kirin hem jî li wî kirin. Bi seatan di bin tavê de nehiştin em avê vexwin.”

‘Em dixwazin li ser axa xwe bi rehetî bijîn’

Sakîne Avras bi gotinên “Li hemberî tiştên hatine jiyîn em çi bibêjin dê vala be” herî dawî van tiştan got:

“Paşê hatin li malê lêgerîn kirin. Ew difikirîn ku li tuwaletê bombe heye. Dema hatin mal ji min re gotin destpêkê tu biçe banyo û tuwaletê. Li malê cihê ku lê negeriyan nema, doşekên hatine şûştin jî vala kirin. Ev ne beşer in, ev ne edalet e. Piştî lêgerînê gundiyan birin û çûn. Li hemberî van tiştên qewimîn em çi bibêjin vala ye. Em jî êdî dixwazin li ser axa xwe bi awayekî azad bê pêkûtî bijîn. Mîna hemû însanan em jî dixwazin bi rehetî li mala xwe bijîn.”