Ji dayîkan berteka rûxandina goristanan: Bi miriyan re şer dikin

Dayikên pakrewanên Efrînî yên ku koçî kantona Şehbayê bûne helwest nîşanî ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve rûxandina goristanên zarokên dan.

HESNA MIHEMED

Şehba - Dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê ji roja ku herêma Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de dagir kirine ve heta niha kiryarên dijmirovî li dijî erdnîgariya wê dikin. Xelk û xwezaya herêmê ne bes bû, destdirêjî li ser gorên miriyan jî dikin, goristanên pakrewanan bi temamî rûxandin û wêran kirin. Pakrewanên ku nirxên herî pîroz di nava gelan de ne û li gor pîvanên navneteweyî jî nabe ku dest bidin gorên şehîd an kesên jiyana xwe ji dest dane. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi rehetî goristanên pakrewanan wêran dikin, tu hesab ji wan nayê xwestin.  

Li Efrîna dagirkirî 3 goristanên pakrewanan hene. Goristana Ş. Seydo li navçeya Cindirêsê, goristana Ş. Refîq li navçeya Şera û herî dawî di Berxwedana Serdemê de li navenda bajarê Efrînê goristanek bi navê Ş. Avêsta hat avakirin. Ev her sê goristan di dîrokên cuda de ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çeteyan ve hatin talankirin û wêrankirin. Her wiha goristana Ş. Avêste piştî hat rûxandin li şûna wê bazara lawiran hat vekirin. Dayikên berxwedêran ên ku zarokên xwe di goristanên Efrînê de oxir kirine helwest û berteka xwe ya li hemberî rûxandina goristanan anîn ziman.

‘Wêrankirina goristanan jî guhertina demografîk e’

Dayika pakrewan Denîz Xelat, Ayşe Ehmed Kedro behsa nirxên wan ên herî pîroz ku li Efrînê tên wêrankirin kir û got: "Keça min di berxwedana Şêx Maqsûd li Helebê ya sala 2016'an de şehîd bû, me bi serbilindî û tilîliyan ew oxirî goristana Ş. Seyda ya li navçeya Cinidrêsê kir. Dema em li Efrînê bûn bi serdana gorên zarokên xwe me bêhnek digirt û xeyalên xwe bi wan dixemiland. Niha dewleta tirk ne gorên şehîdan hiştiye, ne jî goristanan hiştiye. Hemû gorên zarokên me hatine talankirin. Li cîhanê şehîd nirxên herî pîroz in û sembolên jiyanê ne. Ma mirî gunehê wan çi ye? Di bin axê de jî rastî kiryarên dagirkeriyê bên? Ne bi rûxandina goran, ne jî bi derxistina miriyan ji bin erdê, em tune nabin û nayên helandin. Rojek bê em ê vegerin ser axa pîroz Efrînê û careke din gorên zarokên xwe çêkin, ji ber ku ew rûmeta me ne."

'Erodgan bi miriyan re jî şer dike'

Dayika pakrewan Çiya Efrîn Hediyet Şewket Elî jî diyar kir ku zarokên wan li dijî dagirkeriyê bi berxwedan û têkoşîna xwe şer kirin û bûne şehîdên welatê xwe û wiha got: "Zarokê min di şerê Helebê de li hemberî dagirkerî û çeteyan şer kir ji bo ku xaka xwe ji dijmin biparêze. Li ser axa Helebê zarokê min canê xwe feda kir û bû şehîdê welatê xwe. Me şehîdên xwe li goristana Ş. Refîq li gundê Metîna spartin axê. Cihê êşê ye ku dayik bi destên xwe zarokên xwe oxir bikin lê ya herî zêde zora me diçe ew e ku gorên zarokên me li Efrîna dagirkirî tên wêrankirin û tunekirin, ew jî bi destên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ye. Wateya şehîd pir giranbuha ye. Ji ber ku ew ji bo doza azadiya welatê xwe şer dikin lê mixabin niha gorên wan tên tunekirin. Erdogan şer bi miriyan re jî dike û kiryarên xirab pêk tîne. Goristanên me li Efrînê tune kirine. Ewqas şerê mezin qewimîn tu kes nêzî goristan û şehîdan nebû, bi vê yekê Erdogan dixwaze hebûn û nasnameya Kurdan tune bike. Em ê vegerin û gorên zarokên xwe ji nû ve ava bikin, em bêhna xwe bi dîtina gorên wan fireh dikin û rehet dibin."