Ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ banga tevlîbûnê hat kirin

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz ji bo “Mitînga demokrasî û azadiyê” ya DEM Partî dê di 25’ê Sibatê de li dar bixe banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ev mitîng banga ji bo demokrasî, azadî û jiyana nû ye.”

Stenbol- Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê ji bo piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di navbera 1-15’ê Sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk hatibû lidarxistin, dê di 25’ê sibatê de li Qada Esenyurt a Stenbolê mitîngê li dar bixe.

Der barê mitîngê de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyanî hate dayîn. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.

‘AKP-MHP li dijî hemû dînamîkên civakê şer dike’

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz metna daxuyaniyê xwend û got ku bi pêşengtiya modernîteya kapîtalîst hewldan hene ku dîzayneke nû li cîhanê bê avakirin. Yangoz, diyar kir ku ev dîzayn bi xwe re gelek krîzan jî tîne û ev plan ji hêla Kurdistan û Tirkiyeyê ve “projeya rûxandina civakê ye.” Bi domdarî Yangoz da zanîn ku nûnerên herêmê yên vê projeyê îktîdara AKP-MHP’ê ye û wiha got: “AKP-MHP bi polîtîkayên xwe yên faşîst li dijî hemû dînamîkên civakê şer dike. Hemû mafên mirovan û azadî binpê kiriye û di encama polîtîkayên xelet ên aborî û siyasî de civak xistiye nava krîzeke mezin. Bi vê yekê armanc dikin ku heqîqeta civakî tecrîd bikin.”

‘Meşvanên Azadiyê heqîqet qêriyan û hafizeya civakî zindî kirin’

Di berdewamê de Gonca Yangoz bal kişand ser girîngiya “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji du baskan ve li Kurdistanê hatibû destpêkirin û ev nirxandin kir: “Bi mebesta têkbirina polîtîkayên tecrîdê ku dixwazin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li tevahiya civakê ferz bikin, hate destpêkirin û hestiyariya civakî zêde kirin. Meşvanên azadiyê yên ku ji serî heta binî li tevahiya Kurdistanê geriyan, heqîqet qêriyan, hafizeya civakî zindî kirin û careke din nîşan dan ku bi têkoşîneke civakî dikare faşîzm were têkbirin.”

Banga tevlibûna mitîngê

Gonca Yangoz, anî ziman ku weke parastvanên Rêya Sêyemîn dê dê gotina gelê xwe bikin, bi heqîqeta wan re dê xebatên xwe yên hilbijartinê veguherînin têkoşîneke civakî. Gonca Yangoz, ji bo “Mitînga demokrasî û azadiyê” ku dê di 25’ê sibatê de li Qada Esenyurtê bê lidarxistin jî banga tevlibûnê kir û got ku ev mitîng banga jiyana nû ye.