Ji bo bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê bang hat kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta tirk li ser Eyn Îsa ku têde 3 endamên malbetekê jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û bang kir ku bila êrîşên dagirkeriyê ên dewleta tirk rawestînin.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk roja Çarşemê êrîşî gund El-Şirkê yê li Rojavayê Eyn Îsa kir û di encama vê êrîşê de ji heman malbatê 2 jê zarok û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê der barê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminane û binpêkirinên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên siyaseta guhartina demografîk didomîne. Bal kişand ser bêdengiya civaka navnetewî li beramberî van êrîşan û ev bang hat kirin:

“Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayên qebûlkirin û dermirovî ne. Divê aliyên navneteweyî bi erk û berpirsiyariyên xwe yên siyasî, exlaqî û mirovî li beramberî gelê herêmê rabin û dagirkeriya Tirk li Sûriyeyê bi dawî bikin.”