Girtiya bi nexweşiya giran Muhlise Karagûzel di hucreyê de tê girtin

Hate hînbûn ku girtiya bi nexweşiya giran Muhlise Karagûzel piştî rapora “nikare di girtigehê de bimîne” bi hinceta "Gihandina nexweşxanê hêsan e" li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê ya ku di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

MEDINA MAMEDOGLU

Mûş - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Muhlise Karagûzel di 11'ê Tebaxa 2019'an de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hat birîn. Muhlise Karagüzel a 60 salî tevî nexweşiya xwe ya giran li girtîgehê tê ragirtin.

Muhlise Karagüzel li Girtîgeha Sergirtî ya Bûnyan ku li Kayseriyê dimîne, ji ber nexweşiyên kronîk ên wekî şekir û dil gelek caran nexweş ket. Muhlise Karagüzel a ku ji ber nexweşiya şekir di bin xetereya windakirina çavê xwe de ye, du caran krîza dil derbas kir. Muhlise Karagüzel a ku bi anjiyografî û stent xistibûn rehê wê, birin nexweşxaneyê, bêyî ku şevekê li nexweşxaneyê bimîne, dîsa birin girtîgehê.

Muhlise Karagüzel a ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêde bûne, ji aliyê Saziya Tipa Edlî ya Kayseriyê (ATK) ve rapora "Ji sedî 90 nikare li girtîgehê bimîne" da. Lê piştî raporê Muhlise Karagûzel di meha Gulanê de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê hat kirin. Muhlise Karagüzel a di 1'ê Tebaxê de sewqî ATK'a Stenbolê hat kirin, rojek şûnde dîsa birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Menemenê. Ji ber rewşa tenduristiyê ya girtiya bi nexweşiya giran Muhlise Karagûzel a niha di hucreya yek kesî de ye, fikar heye.

'Got ku cihê ku ew lê dimîne hucreya 3 gav e'

Zîlan Karagûzel a li girtîgehê çû serdana dayika xwe diyar kir ku piştî rapora ATK'ê ya Kayseriyê li benda berdana dayika wê ne, lê ew sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ku weke navenda rehabîlîtasyonê tê zanîn, hatiye girtin. bi hinceta "Gihandina nexweşxaneyê hêsan e". Zîlan Karagûzel got:

“Dayika min got ku ew nikare bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne, dema ku şekirê wê radibe divê kesek bi wê re hebe. Hema ez ketim odeya dîtinê ya diya xwe, min dît ku ew li wir hewil dide bêhna xwe bigire. Dayikamin  got ku di hucreyên wê de klîma tune ye, tenê hewadarek pir piçûk heye. Çav û lingên wê pir werimî bûn. Me pir eşkere dît ku rewşa wê li wir ne baş e. Wê got ku di hucreyê de cîh ji bo 3 gavan heye û piştî 3 gavan hucre di qede. Ew cîhek pir teng û bê hewa ye. Her wiha bi hewadarkirênê şekleke ku girtiyên siyasî rastî hevdû neyên tê tê derxistin

'Nexweşiyên dayika min hîn zêdetir bûye'

Zîlan Karagûzel, anî ziman ku berevajî gotinên wan, girtîgeh ji bo gihandina tenduristiyê tu rehetiyê nade û got ku tîpa R ji bo girtiyên nexweş bi temamî qada tecrîdê ye. Zîlan Karagûzel axaftina xwe wiha domand:

“Ez bi gardiyanên girtîgehê re axivîm û min ji wan re got ku dayika min nexweş e û dema şekirê wê radibe bila kesek li wir be. Li hemberî vê ji min re gotin 'dikare pêl bi butonê bike’. Lê kesek di wê rewşê de nikare tiliyek jî rake. Dibêjin navenda rehabîlîtasyonê ye, lê ne wisa ye. Nexweşiyên diya min piştî çûyîna wê hîn zêdetir bûn. Li wir gotin, 'gihîştina nexweşxaneyê dikare hêsantir bibe'. Lê diya min jî bi rêk û pêk nabin nexweşxaneyê. Girtiyê ku bi tena serê xwe nikare bijî têxe hucreyê, ev tam tecrîdeke. Ji bo mirina wê hewldanek e. Hîn duh me hevalekî xwe yê nexweş di girtîgehê de winda kir.”