Gelê Dîlokê bi xwe birînên xwe dikewîne
Li Dîlokê ku navenda din a erdhejê ye, gel birînên xwe bi xwe dikewînin. Gel li parkan stargehên naylon avadikin û li hember sermayê li ber xwe didin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Dîlok - Li Dîlokê ku navenda din a erdhejê ye, gel ji aliyê dewletê ve bi tenê hat hiştin. Li bajarê ku tevî di ser erdhejê re 4 roj derbas bû jî, alîkarî nehat kirin, gel li kolanan e. Li taxên Îslahiye û Nûrdagiyê ku hilweşîn bi awayî giran hat jiyîn, hemû kes li kolanan e. Mirovan li bajarê ku germahiya hewayê bi şev dadikeve pileya -4, hewil didin bi şewitandina tiştên ku ji xiyabeyên avahiyan dibin xwe germ bikin. Gel diyar kirin ku ji wan re ne alîkariyek xwarinek ne jî kon nehatiye kirin.
Ji naylonan stargeh çêkirin
Welatiyên li Taxa Guzel Vadî ya navçeya Şeyh Şamil a girêdayî navenda bajêr, li kêlekên daran û parkên lîstikê de ji xwe re stargeh çêkirin. Jinan balkişandin ji taxa bi giranî welatiyên Kurd lê dijîn re yek alîkarî jî neçûye û gotin ku di stargehên ku bi derfetên xwe ava kirine de bi dehan kes dimîne. Welatiyên li qadên ku bi parçeyên naylon ên ji malên xwe girtine, avakirinê hewl didin jiyana xwe bidomînin, anîn ziman ku ji bo zarokên di saetên şev de necemidin, timî caran agir pêdixin.
4 malbat xwe spartin
Welatiya taxê Ayşe Sakin a diyar kir ku 4 roj in tu alîkarî nehatiye kirin, anî ziman ku wek gelê taxê bi derfetên xwe qada biparastî ava kirine. Ayşe Sakin a dibêje ne betanî û ne ne jî xwarinên germ nedîtine, da zanîn ji roja erdhejê heta niha tu rayedar nehatine û serdana wan nekirine. Ayşe Sakin bi van gotinan mexdûriyeta dijîn vegot: “Em perîşan bûn, malên me hilweşiyan û tiştekî me nema. Ji bo Xwedê bila ji me ra betanî û çadirek binîn. Zarokên me ji êvarê ve birçî û tî ne. Nanek bûye çend hezar, em nikarin nan jî bidin zarokên xwe. Me ji vir û wir de naylon anî û bi da girêda. Em mezin in, em bi betaniyan germ dibin, lê zarok çi bin? Em çar malbat di nav vê konê de dijîn. Yên ku wesayitê wan hene diçin nava wesayîtên xwe, lê wesayîya me tune ye, tu tiştekî me tune ye. Av tune ye, kerebe tune ye, ev çar roj in em li vir dijîn. Ne betanî ne jî xwarina me têra me nake. Em tevahiya şevê dicemidin. Bila betaniyekê bînin. Bila êdî alîkariya me bikin.”
'Em ji erdhejê derketin û di hewaya sar de li benda mirinê man'
Hatîce Kalkan jî diyar kir ew bi derfetên xwe hewl didin xwe biparêzin û wiha axivî: “Me bi derfetên xwe kon li vir çêdikir. Me malên xwe hişt, hatin li vir û niha malên xwe bi xwe avakir. Ne av û ne jî xwarin heye. Em jî alîkariyê dixwazin. Em roja ewil ji cemîdina baran û berfê rizgar bûn. Em di rezîliyê de ne, em perîşan in. Tu alîkarî nehat. Duh hatin û li zarokan kek belav kirin, zarokan rencîde dikin. Ev çar roj in me tu alîkarî nedît.”
‘Ka dewlet li ku dere ye?’
Nûrsema Akal jî li hemberî mexdûriyeta gel dijî ji rayedarên dewletê wiha bang kir, "Dewlet li kudere ye?" û wiha got: “Wiha nabe. Kes nehat vir. Me tu kes nedît. Em heta sibehê li parkê ne. Bila li me jî binêrin. Em li vir rezîl bûn. Ma ev hêj çend roj wiha bidome, zarokên me dê ji sermayê bicemide.”