Edûl Şemo: Serkeftin wê ya me be

Edûl Şemo ya diyar kir ku piştî xewna ku ditiye, êdî ew jî xwe li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin dike û beşdarî kar û xebatên civaka Êzidî dibe, dibêje: “Serkeftin wê ya me be.”

ZEHRA ŞENGALÎ

Şengal-Her jinek xwedî çîrokekê ye, her çîrokek di şêweyê vegotina xwe de veşartî ye. Li ser erdnîgariya em lê dijîn çîroka her jinekê xwe dispêre rastiya welat, parastin, rûmet, hebûn û nasnameyê. Ji lewre li Kurdistanê çîroka her jinekê ne ferdî ye civakî ye. Çîroka her jineke Êzidî jî ne ferdî ye, civakî ye. Êdî serpêhatiya civak û jinên Êzidî ketiye zik hev, êdî li şûna çîrokên bi êş û azar çîrokên ku xwe di xewnên pêkhatî de pêçayî jiyanî dibin. Me li ser bihîstina xewna dayê Edûl Şemo berê xwe da Geliyê Kersê û guhdarî Edûl Şemo kir.

Sala 2003’yan dibe gava pêşî ya naskirina tevgera azadiyê

Edûl Şemo ji beriya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ve ango di sala 2003’an de tevgera azadiya Kurdistanê nas dike. Tekoşîna azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibihîse. Di gundê wan de tevî ku derdora 300-400 malbat dijî kadroyên tevgera azadiyê ji ber ku wê demê malbata wan nas dikin di gundê wan de tenê diçin wê malê. Her gava kadroyên tevgera azadiyê diçin malbatê Edûl Şemo ji malê derdikeve û serdana xizm, heval û cîranan dike. Ev derketin jî ne bê sedem e ji ber ku sedema vê derketinê dûre dibe gava pêşî ya çîroka xewneke ku niha pêk hatiye.

Hezkirina her rastiyê bi xweşî dest pê nake

Edûl Şemo endama Meclisa Jinên Êzidî . Wan roj û salan bi van gotinan anî ziman: “Sala 2003’yan bû, dema rejîma Sedam hilweşiya heval hatin mala me. Dema heval dihatin mala me ez gelek aciz dibûm, ji malê direviyam û têra xwe pitepit dikir min digot ‘gundê Rembûsî nêzî 300-400 mal in ma em ji gundiyên Rembûsiyan bê aqiltir in ku hevalan digrin malê, qey em ji wan şarezatir in hemû li ser mala me dipeyîvin.’ Bi rastî di nav civaka me ya Êzidî de digotin ew misilman in bi ser mala Emer de tên, li wir radibin û rûdinin.”

‘Min dît çengên Rêber Apo hene’

Edûl Şemo, demeke dirêj di bin bandora xewna ku dîtiye de dimîne. Ji ber ew xewn ji hemû xewnên beriya wê dîtibû cudatir bû. Ew xewn rastiya gelekî û serpêhatiya Edûl Şemo bû, xewna ku dît bi van gotinan anî ziman: “Min di xewna xwe de dît ez ji malê derdiketim ji bo biçim mala kurmamê xwe lê ez di riyeke din de diçûm. Min li ser rê hema wisa li çiya dinêrî çavên min çû ser çiyayê me Şengalê. Min digot rast e ev Şerfedîn e û Rêbertî ji wir dihat. Min dît çengên Rêbertî çengên teyr bûn, min li serê wî nihêrî serê Rêber e. Ser serê Rêber e, çengê teyran e, wisa tê rastî min. Weke sê çar metre û hemû tîpên latînî li pey hev in. Ji min re digot tu yê li ser van tîpan li ser vê riyê biçî. Min digot ez ê çawa bikim, heta mirinê jî ez ê vê xewnê ji bîr nekim. Min xewna xwe ji xwişka xwe Zehra re got, min ji hevalê wê Emer re got û wan jî gotin pêwîst e tu bidî ser vê fikrî.”

‘Min piştî wê xewnê berê xwe da heqîqeta Rêber Apo’

Dayê Edûl da zanîn ku piştî xewna ku dibîne û parve dike êdî di jiyana wê de guhertinên mezin çêdibin û wiha got: “Min piştî ku xewna xwe bi malbatê re parve kir dûre min bi hevalan re jî parve kir û heval ecêb man. Ji wê rojê heta niha ez beşdarî kar û xebatên rêxistina ku bi fikrên Rêber Apo xwe ava kir bûme. Êdî min xwe aciz nekir, hişê me hat serê min, em dizanin çi çi ye û em ê çawa xwe biparêzin, çawa xwe ji bin zilmê derxin. Bi rastî hê nû hişê me hat serê me û çavên me nû vebûn. Berê em nizanibûn rabin û rûnên, kar û barê me mal bû, xwedîkirina zarokan bû, ne weke niha bû. Piştre heval çûn û hatin mala me, em fêrî hevalan bûn, fêrî vê fikrê bûn. Çi xebat ji me tê xwestin em dikin.”

‘Mirovên fikrên Rêber Apo bingeh bigrin wê bi ser bikevin’

Edûl Şemo bi van gotinan girêdana xwe ya bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman û got: “Bi taybetî piştî fermanê em hîn bêtir zanatir bûn. Em niha hatin meclisa jinan, çi dikeve ser milnê me em pêk tînin. Êdî em jî dizanin li ser vê fikrê çawa bersiva dijmin bidin. Mirovên fikrên Rêber Apo bingeh bigrin dê bi ser bikevin. Ji berê bêtir xelk qîmet dide me. Her kes bi vê fikrê bi pêş dikeve. Îro li tevahî cîhanê ev fikir belav bûne. Bi taybetî piştî fermanê jinên Êzidî hîn zêdetir xwe zana kirin. Heta niha jî jin û keçên me li bazaran tên firotin lê dîsa jî rêxistina me bi fikir û felsefeya Rêbertî diçe wan rizgar dike. Ger heta niha fikrên Rêbertî di nava me de bûna, wê ev keç û jinên me neketina destên van hovan û DAIŞ’ê. Divê her kes vê fikrê esas bigre.”

‘Divê keç û jinên Êzidî xwedî li Rêber Apo derkevin’

Edûl Şemo destnîşan kir ku dive hemû jinên Êzidî xwe li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zana bikin, xwe bi rêxistin bikin û wiha domand: “Bila hemû keç û jinên Êzidxanê xwe bi birêxistin bikin. Yekser divê jin û keç xwedî li xwe derkevin. Dive li xwe vegerin û bibêjin ‘em jî xwe zana bikin, xwe bi pêş bixin.’ Xêra Xwedê ev rêxistin ket Şengalê, ev fikir ket Şengalê. Divê em xwedî li keç û jinan derkevin û vê fermanê ji bîr nekin. Lazim e heta em sax bin vê fermanê ji bîr nekin. Tiştek nema tevgera azadiyê ji bo Êzidiyan nekir. Şehîd li ber me de dan, xwîna xwe ji bo me rijandin, li ber dijmin rabûn, şer kirin. Ji bo çi em jî ji bo xwe nekin. Em jî weke her kesê ji xwe re bikin, em jî bi kêrî xwe bên. Bes e heta kengê ev êrîş wê li ser me pêk werin, heta kengê ev dijmin li me bide, li ser me siyasetê bimeşîne, kirîn û firotinê binîn ser keç û jinên Êzidiyan. Êdî bes e em ketine devê her kesê û her kes dibêje çima bi kêrî xwe nayên.”

‘Heta em ê sax bin em li pey vê fikrê bin’

Edûl Şemo der barê guhertinên ku piştî fikir belavî Şengalê bûye çêbûne de wiha got: “Şengal îro bi saya vê fikrê, mezin û bi ruh bû, ava bûye. Şengal bi vê fikrê zana bû, xwe birêxistin kir û weke her cihî li ber xwe da. Niha îro bi vê fikrî keç û xortên Êzidiyan li ber xwe didin. Kengê jinên Êzidî çek girtibûn destên xwe? Lê niha bi vê fikrê çek girtine, çûn heta Reqayê û tola keç û jinan girtin. Em gelek kêfxweş in ku niha wiha ne. Niha belkî gelek kes dibêjin ev keç û jin li ber kamerayan diaxivin lê fikra her kesê ne wekî hev e. Divê ew jî li me binêrin xwe zana û birêxistin bikin. Bes e zilma mêr, dewlet û dijmin. Çima em nikarin ji xwe re bikin? Piştî hatina rêxistinê em hemû jî dikarin bi destên xwe bikin. Rêxistin xwedî li her keç û jineke Êzidî derdikeve. Heta em sax bin em ê li pey vê fikrê bin û heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li pey şehîdan bin. Keda van şehîdan vala dernakeve. Ez serkeftinê ji rêxistin û malbatên şehîdan re dixwazim. Ez berxwedana gerîlayên li serê çiyayan silav dikim. Heke ne ji ked û berxwedana wan bûya dijmin wê çi li Şengal û Rojava bikira. Em serkeftinê ji wan re dixwazin û silavên xwe xwe bo wan dişînin.”

‘Bi fikrên Serokatî di nava malan de tifaq çêbû’

Edûl Şemo dibêje ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî derbasî her malê bûn li wir tifaq çêbûye û wiha pêde çû: “Piştî ku me Rêbertî nas kir hişê me hat serê me, heta bêhna me fireh bû. Fikrên Rêbertî di malan de bûn tifaq. Gelek kes xwe li ser fikrên Rêbertî bi rêxistin dikin. Fikrên Rêbertî neteweyî bûn, belavî dinyayê bûn. Niha Rêbertî tevî ku di zindanê de ye jî dijmin nikare vê fikrî, di nava gel de tune bike. Dijmin çi jî bike nikare vê fikrê tune bike. Her kes xwe li ser vê fikrê birêxistin dike. Ev fikir bû tovek û li cîhanê belav bû.”

‘Daxwaz û hêviya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Edûl Şemo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku daxwaz û hêviya wê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Di nameya ku min nivîsandibû de weke niha min behsa fikrên Rêbertî, zanebûn û rêxistinbûna jinan, pêşketina xwe, naskirina xwe ya Rêbertî kir û her wiha min behsa xewna xwe kir. Daxwaz û hêviya me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Dewlet ji fikrên Serokatî ditirse. Ji bo ku xwedî edalet e, li dijî zilmê radibe, ji fikrên wî ditirsin. Bi destûra Tawisê Melek em serkeftinê ji Rêbertî, gerîlayên serê çiyayan, gelê xwe yê li Rojava re jî dixwazin. Dijmin jî bûye wek gurekî har û bi ser Rojava ve diçe. Ew bimre jî dê Rojava li ber xwe bide û bi ser bikeve. Heta keç û xortên Şengalê û Rojava hebin dê li ber xwe bidin. Înşallah serkeftin wê her a me be.”