Dayikên Şemiyê di hefteya 953’emîn de jî hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê, dema ku xwestin li meydana Galatasarayê daxuyanî bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de 22 endamên Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin binçavan.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê bi daxwaza ku li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 953’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî bi qerenfîlên di destên xwe de meşiyan Qada Galatasarayê. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê qedexekirina qadê de biryarên “binpêkirinê” daye jî lê di hefteya 12’emîn de polîsan bi hinceta "qedexeyê" Dayikên Şemiyê dorpêç kirin.

Polîsên êrîşê çalakgeran kirin û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de 22 endamên Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin binçavan.

Navên binçavkiriyan wiha ne: Henîfe Yildiz, Alî Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Besna Tosun, Sebla Arcan, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Arat Dînk, Hatîce Korkmaz, Oya Ersoy, Îsmaîl Yucel, Gulendam Ozdemîr, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Kemal Bulut, Hatîce Onaran, Meryem Bars, Pelîn Laçîn, Huseyîn Aygul, Zehra Demîr, Kenan Yildizerler.