Ciwanan li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi sempozyûmek lidar xistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Em ê bi rêbazên Sosyolojiya Azadiyê pirsgirêkên ciwanan çareser bikin” Sempozyûma Sosyolojiya azadiyê li dar xist.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Heft heyv in ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêznameya Sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dixwendin. Piştî bidawîkirina xwendina pirtûkê sempozyûma Sosyolojiya azadiyê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên ciwanan, çareseriya doza Kurd û rêgirtina li ber şerê taybet ê li ser ciwanan di nava civakê de tê meşandin, hat lidarxistin. Di sempozyûmê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibûn hilgirtin, pêşangehek ji pirtûkên Sosyolojiya azadiyê hatibû lidarxistin sînevîzyon li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşandan. Sempozyûmê bi beşdarbûna 150 delegeyên ji Yekitiya Jinên Ciwan, Ciwanên Şoreşger, ciwanên Ermen dest pê kir  

‘Zanîna manîfestoya dosyolojiya azadiyê bersivek e’

Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê Mîdiya Ebid El- Rehman teqez kir ku Sosyolojiya azadiyê rastiya jiyanê û çareseriya pirsgirêkan dide pêş û wiha anî ziman: “Sosyolojiya azadiyê weke deryayekê ye, hemû dozên civakî, dîrokî û demokratîk û êrîşên qirkirinê yên ku hemû gel pê re rû bi rû mane û dimînin, bi awayekî berfireh radixe ber çavan. A herî girîng ku serokatî behsa wê dike. Di riya wê de mirov rastiya xwe dizane lêvegera civaka xwezayî, planên ku hatin meşandin, civakê ji hev xistin û çareseriya pirsgirkan dide pêş. Ji bo wê jî me wekî ciwan ev heft heyv in em vê pirtûka pîroz dixwînin. Niha jî di encamê de me ev sempozyûm li dar xist da ku bi hev re li ser nîqaş bikin û pirsgirêkên ciwanan çareser bikin. Di vê pêvajoya hesas a li her derê êrîş hene naskirina Manîfestoya Sosyolojiya azadiyê bersivek ji bo van êrîşan e. Bi naskirina wê ku tê de behsa çawaniya xweparastinê dike em ê bikaribin xwe û welatê xwe ji êrîşan biparêzin.”

‘Diwan hêza herî çalak a civakê ne’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Elîza Hiso da zanîn ku ciwan hêza herî çalak a civakê ne lewma tên hedefgirtin û şerekî mezin li dijî wan tê meşandin û wiha got: “Armanca me bi lidarxistina sempozyûmê ew e ku em bikaribin bibin bersiv ji pirsgirkên di nava ciwanan de çêdibin û çareser bikin. Em ê bi naskirin û danasîna sosyolojiya azadiyê bikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Ên ku vê paraznameyê bixwînin dê encamek pir girîng jê bigrin. Ji ber ku roleke xurt a ciwanan di nava civakê de heye, ciwan hêza herî çalak a civakê ne. Bi ciwanên azad civakek azad ava dibe lewma dijmin bi hemû rê û rêbazan êrîşî ciwanan dike. Ji bo e rê nedin van êrîşan pêwîst e em xwe baş bi rêxistin bikin, sosyolojiya azadiyê bizanibin û pirsgirêkan çareser bikin.”

Di berdewama sompozyûmê de nîqaş li ser her zewaca di temenê biçûk de, madeyên hişber û koçberiyê hatin kirin û sempozyûm bi daxuyaniyek bi dawî bû.