Li Xezayê 29 xebatkarên NY jiyana xwe ji dest dan

NY UNRWA'yê diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê 29 hevkarên xwe yên li Xezayê mirine şîna wan girtiye, û bal kişand ku li Xezayê tenê 3 roj sotemenî maye.

Navenda Nûçeyan - Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 29 hempîşeyên wan jiyana xwe ji dest dane. UNRWA’yê diyar kir ku nîvê hempîşeyên wan ên jiyana xwe ji dest dane mamoste ne û xemgîniya xwe anîn ziman.

'Li Xezayê 3 roj sotemeniya me maye'

UNRWA’yê ragihand ku li Xezayê sotemeniya 3 rojan maye, nexweşxane û nanpêjxane bêyî sotemeniyê nikarin bixebitin û alîkariyên mirovî nayên kirin û wiha got: “Dê di nava 3 rojan de sotemeniya UNRWA’yê biqede û ev yek ji bo mudaxaleya me ya mirovî ya ji bo Şerîda Xezayê girîng e. Bêyî sotemenî, alîkarî dê negihêje wan kesên ku hewcedar in. Eger sotemenî nebe, alîkariya mirovî jî nabe.”

'Nebûna sotemeniyê dê jin, zarok û mirovan hîn bêhtir bixeniqîne'

UNRWA'yê bal kişand ku nebûna sotemeniyê dê jin, zarok û gelê Xezayê hîn bêhtir bixeniqîne û wiha got:

“Bêyî sotemeniyê em ê gelê Xezayê ku di bin çavdêriya me de pêwîstiya wan saet bi saetê zêde dibe, li erdê bihêhin. Ev yek nabê û divê nabe. Em bang li hemû alî û kesên li ser wan xwedî bandor dikin ku ji bo pêşî lê girtina hilweşîna mudaxaleya mirovî, tavilê destûr bidin ku rê ji Xezayê re şandina sometemiyê bê vekirin.”

'Pêdivî bi xeteke alîkariya mirovî ya bênavber heye'

UNRWA’yê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku xizmetê dide nêzî 500 hezar kesên ku li Xezayê ji cih û warên xwe bûne, memnûnbûna xwe ya ji bo alîkariyên ku duh ji bo Xezayê hatin kirin nîşan da. UNRWA’yê got: “Alîkarî ne bes e. Ji bo ku ew watedar be, hewcedariya Xezayê bi xetek alîkariyên mirovî ya bênavber û berfireh heye.”