Xebatkarên jin ên şaredariyê: Me astengiyên cihêkariyê hilweşand

Piştî ku bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ hate rizgarkirin, jinên ku di inşakirina bajar de cih girtin, di xebatên xwe yê di şaredariyê de li dijî cihêkariya zayendperestiyê têkoşîna xwe didomînin.

YUSRA AL-EHMED

Reqa - Bajarê Reqayê di 18’ê Cotmeha 2017’an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ji çeteyên DAIŞ hate rizgarikirin. Li ser azadbûna Reqayê 7 sal derbas bû. Jinên ku di ji nû ve înşakirina bajar de cih digrin, têkoşîna xwe ya li dijî zayendperestiyê berdewam dikin. Hevseroka Şaredariya gel a Reqayê Fahima Al-Cassem derbarê xebatên jinan ên li Reqayê ku ji çeteyên DAIŞ hat rizgarkirin de nirxandin kir.

‘Jin di her qadê de pêşeng in’

Fahima Al-Cassem diyar kir ku li Reqa di hemû qadan de jin serkfetinê bi dest xistine û da zanîn ku weke jin li gor rêbazên sîstema Rêveberiya Xweser, di qada siyasî, leşkeri, aborî, civakî û di gelek qadan de pêşeng in. Fahima Al- Cassem bi bîrxist ku di jiyana xebatê de giringî didin wekheviya zayendî û destnîşan kir ku jin bi rola ku girtine ser milê xwe gelek serkeftinên girîng bi dest xistine.

‘Jinan di înşakirina bajar de cih girtin’

Fahima Al-Cassem da zanîn ku jin li hemû cihên ku diçin ji bo aramî serwer bibe hewl didin û wiha got: “Jin di qada xizmet, teknîk û di qada organizasyonan de ji bo xizmeta gel û înşakirina bajaran gelek xebat didin meşandin. Ji dîrokê heta niha têkoşîna jinan berdewam dike.”

‘Di hinek rewşan de mêr fikrên me qebûl nakin’

Jawaher Hammud ku di şaredariya gel a Reqayê de di Ofîsa Tendirûstiyê de xebat dike destnîşan kir ku ji bo kontrolkirina kaliteya xwarinê her tim serdana labaratuarên tendirûstî, restorant û tesîsên endustriyel dikin û got: “Jin di dema xebatê de rastî gelek zehmetî û pirsgirêkan tên. Di hinek rewşan de mêr fikrên jinan qebûl nakin, em biçûkxistina jinan dibînin. Helbet ev rewş bandorê li me nake, berevajî bawerî û cesareta me hê zêdetir dike.”

‘Me çerxa xala kevneşopiyên kevin şikand’

Xebatkara Şaredariyê Fatima Hammud Ali bibîrxist ku dema li bazarê digerin ew cihêkariya ku pê re rû bi rû dimînin moral û îradeya wan xira nake û wiha got: “Ji bo berdewamkirina xebat û derbaskirina hemû astengiyên ku pê re rû bi rû tên çi ji destê