Rojnamegera Filistînî: Bajarê Xezayê veguherî goreke komî

Rojnamegera Filistînî Marah Atallah a bal kişand ku li Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê qetlîamek çêbû, anî ziman ku bajar bi rastî veguherî goreke komî û tîmên berevaniya sivîl nikarin kesên ji ber êrîşan di bin xirbeyan de mane rizgar bikin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Êrîşên Îsraîlê yê li ser Şerîda Xezayê di roja 17’emîn de berdewam dike. Ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên li ser şerîda Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve, 7 nexweşxaneyan ji bo amadekariya hilweşandina tam hişyariya valakirinê wergirtine, 21 navendên tenduristiyê jî ji ber nebûna sotemeniyê û piştgiriya pêwîst ji kar derketin.

‘Ji her kolanê bêhna cenazeyan tê’

Rojnemeger Marah Atallah diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yê li ser Xezayê heta niha 50 komkujî zêdetir li dijî malbatên Filistînê pêk hatiye ku ji sedî 70 ji wan jin û zarokin û hezar û 400 kes heya niha di bin kavilan de ne. Marah Atallah da zanîn ku 13 hezar birîndarên ku di êrişan de birîndar bûne li nexweşxaneyan tên dermankirin, lê ji ber kêmbûna sotemeniyê nikarin pêwîstîyên xwe peyda bikin. Rojnemeger Mereh Etallah destnîşan kir ku ameliyatên birîndaran li korîdorên nexweşxaneyên Xezayê di bin ronahiya çirayên têlefonan bêyî anestezî tê kirin.

Marah Atallah anî ziman ku di encama hedefgirtina tîmên tendirustiyê de 50 kes jiyana xwe dest dane û 58 kes jî birîndar bûn, her wiha 23 ambulans ji ber gulebarana roketên Îsraîlê nikarin kar bikin û got, “Bêhna cenazeyan ji her kuçe û kolanan tê. Hema bêje ti kolaneke ku qetlîamek lê nehatibe kirin tune ye.”

‘Kesên jiyana xwe ji dest dan di gorên komî de tên veşartin’

Marah Atallah diyar kir ku berhevkirina bermahiyên bijîşkî li nexweşxaneyan di nav hejmareke mezin a laş û birîndaran de dê bibe sedema karesatek jîngehê û nexweşiyên ku dê piştre ji bo bajarê dorpêçkirî derxistina wan zehmet bibe. Marah Atallah anî ziman ku dê kesên jiyana xwe ji dest dane li gorên komî bên veşartin û wiha got: “Heta niha tu nexweşxane nemane ku hişyariya valakirinê ji bo bombebaranê wernegirtine. Beriya çend rojan nexweşxaneya El-Memdanî ji aliyê Îsraîlê ve hat hedefgirtin. Îsraîl dixwaze çarenûsa nexweşxaneya Qudisê jî weke nexweşxaneya El-Memdanî bike. Ji duh ve bi dehan hişyarî hatin dayîn ji bo valabûna nexwşxaneya Qudisê ku bi hezaran birîndar û koçberên ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên bê navber li wir dimînin.”

‘Rewşa gelek birîndaran dijwar e’

Marah Atallah bal kişand ser wê yekê ku nexweşxaneya El-Wefa ya ji bo kal û pîran ji Îsraîlê bêpar nema, ji ber ku tevahiya derdora wê wêran bû û hemû bircên li derdora wê hatin teqandin bêyî ku kes nexweşan derxîne. Marah Atallah anî ziman ku rewşa birîndaran dijwar e û destnîşan kir ku divê dermankirina wan li derve jî bê kirin. 

Banga hişyariyê

Merah Atallah destnîşan kir ku Dêra Ortodoks a Yewnanî ku bi hezaran kes di hundurê xwe da sipartibûn rasterast bû hedef û 16 kesan di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dane. Merah Atallah di dwaiya axaftina xwe de got, “Armanca van polîtîkayan ew e ku zextê li gel bikin û wan ji heremên wan derxînin” û banga "Êrîşa Îsraîlê ya ku li Xezayê bû sedema bi dehan qetlîaman divê were rawestandin” li civaka navneteweyî kir.