'Yekane rêya bidestxistina xakê têkoşîn û berxwedan e'

Aktîvîsta femînîst a Tûnisî Raja Dahmanî banga ducarkirina hewldanên ji bo piştgirîkirina doza Filistînê kir û destnîşan kir ku yekane rêya vegerandina erdên hatine dizîn têkoşîn û berxwedan e.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tunus – Pevçûna ku bi êrîşa Hamasê ya di 7ê cotmehê de li dijî Îsraîlê dest pê kir û Îsraîlê jî di serî da nexweşxane jî di nav de gelek cihên Filistînê hedef girtin û di encamê de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan, dewam dike. Parêzvana mafên jinan Raja Dahmanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê nirxand û got, "Tevî xemgîniya mezin a li ser rewşa Şerîda Xezayê, lewazî û hilweşîn nayê qebûlkirin. Li şûna vê, divê em rabin ser piyan û dengê heqîqetê ji bo piştgiriya Filistîniyên adil bilind bikin. Serkeftina li hember zalim û dagîrkeran hêzeke me ya navxweyî heye ku dikare bi ser bikeve, berfireh bibe û zêde bibe. Yên ku emperyalîzma Amerîka û hemû ajan û îtaetkarên wê diparêzin neheqiyê li Filistîniyan dikin.”

‘Bombebarankirina nexweşxaneyan li dijî peymanên navneteweyî ye’

Raja Dahmanî bal kişand ku cudahiyên mezin di navbera gel û hikûmetên destdirêjker de hene, têkildarî bombebarana nexweşxaneya li Şerîda Xezayê wiha got: “Ev komkujî û jenosîdeke bi zanebûn e ku ti aqilekî mirovî nikare qebûl bike û li hember bêdeng bimîne. Ez hedefgirtina zarok, jin û bi giştî sivîlên rakirin nexweşxaneyê şermezar dikim. Bombebarankirina nexweşxaneyan li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye. Divê Îsraîl tavilê ji vê hovîtiyê berpirsyar bê dîtin.”

‘Filistînî red dikin ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bibin’

Raja Dahmanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro dirûşmên derew diqîre û wiha got: “Fransa ku rastî şoreşê hat, pir baş wateya mafên mirovan, binpêkirina rûmeta mirovan û binpêkirina mafên jiyan û axê dizane. Mafên gelê bêparastin û bêguneh ku têdikoşe binpê bike. Ji ber ku Filistînî red dikin ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bibin û li şûna ku li cîhek din bijîn mirinê qebûl dikin, têne kuştin. Em ji bîr nakin ku Îsraîl li van axan dîaspora ye. Îsraîl îro li ber çavê cîhanê bi çek û tundiyê dixwaze axa Filistîniyan dagir bike.”