'Jin di nava dîwarên pergala baviksalarî de girtî ne'

Li gundewarê Dîvandereyê jin û zarokên keç hema bêje ji hemû mafê xwe yê xwezayî bêpar tên hiştin. Fateme Derxor a li gundê Zaqe mamosteya yekê ye tiştê ku jin dijîn anî ziman.

AGRÎN HOSEYNÎ

Dîvandere – Li gundan rêbazê hişmendiya mêrsalarî jin ji jiyana civakî qut dike. Der barê jinan de pênaseyên wekî “li hember her cure zehmetiyan berxwe didin, xebat bê rawestandin, bê berdêl xizmetkirin, yekîtiya malbatê parastin” û gelek pênaseyên din jiyana jin û zarokên keç di nava dîwaran de heps dike.  Em bi Fateme Derxor a ku li gundê Zaqê ya girêdayî bajarê Dîvandereyê mamostetî dike der barê jinên ku ji perwerdê bêpar tê hiştin, ên ku di temenek biçûk de tên zewicandin, ên ku rastî tundiyê tên axivîn.

‘Tundî û mêrsalarî bila ji holê rabe’

Fateme Derxor  di destpêkê axaftina xwe de diyar kir ku ev yek kes e ku li gundê Zaqe mamostetî dike û balkişand ser hişmendiya mêrsalarî ya ku li gund serwer e  û wiha got: “Ez bi tena sere xwe di eynê polê de ders didim beşên perwerdeyê. Ez wek mamoste ji Dîvanderê têm gund. Ez bi jin û zarokên gund re bûm heval. Ev barê li ser milê min gotin û êşa dilê jinên ku di nava malbatê de rastî her cure şîdetê tên e. Hevî dikim ku rojek tava vê xakê di dilê wan de bibiriqe, xweşikbûna hevdû bibînin. Tundî û hijmendiya mêrsalarî ji holê rabe.”

Zarokên keç nikarin perwerda xwe berdevam bikin

Fateme Derxor  bal kişand ser zewaca temen biçûk û diyar kir ku  bi zêdebûna zewaca temen biçûk di vê xakê de  tundî, qetlîama jinan, mirinên bi guman zêdebûne û destnîşan kir ku di salên dawî de hejmara zewicandina zarokên keç ên temen biçûk  zêde bûye û wiha pêde çû: “Zarokên keç dema ku tên zewicandin neçar dimînin ku dev ji dibistanê berdin. Hejmarek pir kêm xwendina xwe berdevam dike û di dawî de ew jî bi destûrnameya dibistana amadeyî re bi encam dibe. Jinên li vir der barê mafê xwe yê hiquqî de tiştek nizanin. Mînak ji hevjînê xwe tundî dîtin, lêdanê  normal dibinin. Yanî ev ji bo wan ne tiştekî xerîb  ku tu matmayî bibînî ye. Lêdan wek mafê hevjînê wan e, wisa fêrbûne.”

Medya jinan nabîne

Fateme Derxor di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir k udi gund de bûyerên tundiyê pir zêde çêdibin û wiha axaftina xwe berdevam kir: “Li vir bûyerên tundiyê pir zêde ye. Tundî piranî di emrê ciwan de tê jiyîn. Par li eynê gundî jinek ji ber nelihevkirina bi hevjînê xwe bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Jina ku ez behs dikim 19 salî bû û ew mexdûrê zewaca demen biçûk bû. Li gund pir bûyerên cinayet û xwe şewitandin tê jiyîn lê ew bûyer bi tirsa îtîbara malbatê zirar bibîne di medyayê de cîh nagre. Taybetî  jî li derdora  gundên biçûk ê Dîvandereyê zewicandina temên biçûk ên keçan pir bi pêş de ye. Di hinek rewşande malbatên xizan ji bo ku keçen wan bi zewice çûndina wan ya dibistanê asteng dikin. Jiyana li herêmên ku tê de zehmet e, koçerbûn, peyda nekirina pêdiviyên dibistanê, metirsiyên xwezayî yên wekî metirsiya êrîşên heywanên kovî, tirsa ku ji hêla xerîban ve di rêyên dirêj û dijwar de bêzar bibin, hin ji wan astengên li pêşiya keçan in.”

‘'Ew dibin hêza sereke ya çandiniyê'

Fateme Derxor amaje bi vê yekê kir ku zarokên keç bit emen biçûk dedibin ‘dayîk’ û serhev zarok anîn di laşe wan de taxrîbat dide avakirin û diyar kir ku jin û zarokên keç ji xizmeta dermankirinê bêpar tên hiştin Fateme Derxor destnîşan kir ku jin tenê wek ‘dayîk û hêza kar’ tê dîtin û wiha pêl da gotinê xwe: “Ji ber xizanî û jiyana gundevaran di temenê ciwan de ji bo jinan jiyan dibe dojeh. Ji tirsa çarenûsa xwişkên xwe yên ku di 15 û 16 saliya xwe de zewicîn, keç bi coşeke wisa dixwînin ku carna çend caran kare malê ya dibistanê dikin. Ez bi çavê xwe bûm şahidê jêhatîbûn û hewldana keçên van herêman. Lê belê malbatên van keçan piştî qedandina xwendina seretayî wan ji xwendinê bêpar dikin. Ev keçên jêhatî bi hinceta neçûna dibistanê, neşandina bajar û xwendina xwe berdewam dikin, dibin hêza sereke ya çandiniyê û di nava çend salan de dizewicin.”

'Jin herî zêde barê jiyanê hildigirin'

Fateme Derxor wiha got: “Jin herî zêde barê jiyanê li gundan hildigirin. Li gel ku barê sereke yê karê çandiniyê û aboriya gundan hildigirin ser milê xwe, hemû karên girêdayî malbat û malê jî dikin. Jinên gundewaran dijîn, dewar, çêlek û mirîşk lênêrîna heywanên xwe, êzing amade dikin, avê tînin, çadiran çêdikin, xwedîkirina cîhên xwe yên jiyanê, tevnên xalîçeyan, hilberîna şîr û mast, nanpijrandin, şîr dutin, pijandina malê û amadekirina xwarinê, xwedîkirina zarokan û hwd şert û mercên jiyanê yên pir dijwar hene û wek koleyan dijîn.”

Berî dibistanê û piştî dibistanê diçin zeviyan dixebitin

Fatima Derxor da zanîn ku li gundan mêr bi piranî bi çandiniyê ve mijûl dibin û li bajaran jî bi karên ku qezenca wî zêdetir e mijûl dibin û jin jî di warê karê çandiniyê de dixebitin. Fateme Derxor da zanîn ku dahata jinan li gorî mêran kêmtir e û diyar kir ku dahata jinan ji aliyê hevser an jî bavê wan ve tê desteserkirin. Fateme Derxor tekez kir ku piraniya zarokan di zeviyan de dixebitin û wiha got: “Dema ku zarokên pola min serê sibê tên dibistanê, her çend bi coş dibistanê bin jî, mirov di çavên wan de gelek westiyan û êşan dibîne. ew destên piçûk ên bi birîn. Ev zarok dibêjin ku piştî girtina dibistanan dema diçin malê, neçar in di warê çandinî û karên malê de alîkariya malbatên xwe bikin. Gelek ji wan berî hilatina rojê dest bi kar dikin û di nav malbatê de kesên herî dawî ne ku diçin razanê.”

Polîtîkayên bi hêzkirina jinan tune ne

Fatima Derxor di dawiya axaftina xwe de wiha got:

"Ji ber ku nehiştina xwendina xwe, jêhatîbûna dewlemendên keçên gundî li malên xwe winda dibin. Ji 10 saliya xwe pê ve divê xizmeta bav, bira û zilamên din ên malbatê bikin, li zarokan xwedî derkevin, xwarinê çêkin, cilan bişon, şîr bidoşin, êznig amade dikin, avê hildigirin û berhemên sewalvaniyê amade dikin. Li gel nebûna derfetên perwerdehiyê, serdestiya çand û zagonên mêtingeriyê û pêşengiya mêran di her warî de, bêparbûna keçan li gundan zêde dike. Ev jinên mehrûm ji ber nezanîna mafên xwe yên mirovî û çanda baviksalarî ya ku gelek caran li gundan xurtir e, yên herî mexdûr in. Her çiqas jinên li gundewaran di aboriya welat de xwedî rolekî girîng bin jî bihêzkirina ku wan îstîhdam bike nayê pêkanîn.”