Çalakiya konvedanê bi dawî bû: An azadî an azadî

Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya fîzîkiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 17’ê Cotmehê de li Qamişlo hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê di çarçoveya pengavê de çalakiyên ji bo azadiyê bidomin.

Qamişlo - Çalakiya konvedanê ya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsigrêka Kurd re çareserî” ku ji aliyê Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve di 17’ê cotmehê de li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, piştî heft rojan bi dawî bû. Di dirêjahiya heft rojan de, bi sedan şênî, sazî, dezgeh û partî ji seranserî herêma Cizîrê beşdarî çalakiya konvedanê bûn.

Bi armanca balkişandina li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sazî û dezgehên çand û hunerî li Kantona Qamişlo bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunerê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Yekîtiya Rewşenbîran, Yekîtiya Hunermendan, Dîwana Wêjeyê û Rêveberiya Çand û Hunerê bi daxuyaniyekê piştgirî dan pengava azadiyê.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûnerê ji aliyê Hevseroka Tevgera Çandê ya Kantona Qamişlo Gulbehar Omer ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha bû:

“Krîz û qeyrana li Rojhilata Navîn û li tevahî Asya-Ewrupa bêyî ku ber bi çareseriyekê ve here berdewam dike. Bi taybet Rojhilata Navîn her wiha hemû mirovahî bi xeteriyên tunebunê re rû bi rû ne. Tehdîdên hêzên hegemon yên çekên nuklerî ku dikare dinyayê bi dehan caran tune bike li ber derî ne. Şerê Rusya û Ukrayna, Ezerbeycan û Ermenîstan û îro şerê Îsraîl û Filîstîn, bi van şeran ve girêdayî hewildanên Ewrupa û Emerîka dide xuyakirin ku şerê dinyayê yê sêyemîn bi nakokî û pevçunê nû kûr dibe. Ji ber hesab, strateji û projeyên hêzên hegemon gelên bindest û xizan di bin lingan de dimînin. Gelên ku hêza xwe ya cewherî rêxistin nekirine û xwe bi hêzên hegemon ve girêdane trajediyên mezin dijîn û wê bijîn. Dibin qurbana berjewendiyên van hêzên hegemon. Mînakên berbiçav duh Ermenîstan û Qerebax bû, îro jî Filîstîn e. Her tişt pir zelal dide xuyakirin ku tu çareseriyên hêzên hegemon û dewletên netewperest nîn in. Di sêrî de Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê di ber pencên qirkirênê de ne.

 ‘Yekane çareserî fikir û felsefeya Rêber Apo ye’

Hêzên hegemon dixwazin Rojhilata Navîn Çawa dizayn bikin êdî eşkere bûye. Qedera ku ji hêla hêzên hegemon û kapîtalîst ve ji gelê Kurd re hatiye nivîsandin tunebûn an bi qirkirinê ve rûbirû hêştine. Herwiha di şexsê Kurd û Kurdistanê de qedera Rojhilata Navîn jî ku derguşa mirovahiyê ye, tenê komkujî û qeyran in. Lewra jî yekane çareserî fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ew jî Paradigmaya Neteweya Demokratîk, Sîstema Rêveberiya xweser e. Herwiha rêbazên têkoşînê jî Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Em dibînin ku derfetên çareseriyê li gel Rêber Apo ne. Lewma êrîşên herî giran jî bi sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê, li ser Rêber Apo tê meşandin.

‘Hêzên hegemon dixwazin di şexsê jinê de hêviyên azadiyê tune bikin’

Hêzên Hegemon û kapîtalist, hêzên qirker û faşist çima ewqas bi dijminane êrîşî Rêber Apo dikin? Heta çima nahêlin yek dîmenek an yek gotineke Rêber Apo bigêhêje Mirovahiyê? Ev hêzana bi hezar salane bûne bela serê dinyayê û mirovahiyê. Dixwazin ev jiyana mirî bibe qedera gelan. Dixwazin di şexsê jinê de civakê kole bikin û hêviyên azadî û rizgariyê tunebikin. Ji ber ku Rêber Apo ev dîroka qirêj deşifre kir û altarnatîfa jiyana azad afirand, fikrên Jina azad pêş xist, Çanda jiyana hevpar afirand bu hedefên êrîşên van hêzên dagirker. Ji bo van hêzên dijmirov û dij exleq Rêber Apo kesê herî xeter e.

‘Bi fikrên Rêber Apo şoreş pêk hat’

Bi fikrên Rêber Apo Şoreşa Rojava, Şoreşa Bakur Rojhilatê Sûrî pêk hat. Hemû gel, ol û bawerî di nav azadiyê de xwe tê de îfade dikin û niha ji dinyayê re dibe numune. Pêwîstîya me bi Rênbertî heye. Bi taybet herî zêde di vê demê de pêwîstiya me bi Rêber Apo heye. Rêber Apo çanda berxwedanê, cesareta serhildanê û zanabuna azadiyê fêrî me kir. Di têkoşîna azadiyê de li cebha herî pêş Rêber Apo heye.

Her roj dereng e: An azadî an azadî

Êdî wext derbas dibe û her roj dereng e. Rêber Apo fîzîkî azadkirin deynê hustiyê me ye. Ne sibê û ne piştre, ji bo Rêber Apo aniha azadî û tenê azadî. Ji ber wê em dibêjin ji bo Rêber Apo, an azadî an azadî.”

Daxuyanî bi drûşmeya ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.

Paşê beşdarvanên daxuyaniyê berê xwe dan konê çalakiyê ji bo ku di roja çalakiyê ya dawî de beşdar bibe.