Li Qamişlo teqîn: Jinekê jiyana xwe ji dest da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyarkir ku di teqandina di 22’ê Cotmehê de rûdayî de jinekê jiyana xwe ji dest daye, kesek birindar bûye.

Navenda Nûçeyan- Dûh li ser rêya Kornîş a bajarê Qamişloyê erebeyek teqiya.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê bûyerê de daxuyanî da û wiha hate gotin:

“Di encama teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û mêrek birîndar bû. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Hêzên me li derdora cihê teqînê dorpêçeke ewlehiyê pêk anîn û ji bo jiyana welatiyan biparêzin ew dûrî wir xistin. Piştî vemirandina agirê wesayîtê hat dîtin ku hîn mayînek tê de ye û neteqiye di cih de hêzên me yên pispor ew mayîn vekirin. Hêzên me der barê bûyerê de lêpirsînek berfireh dan destpêkirin, da ku kesên bûne sedema vê teqînê bigirin û li pêşberê edaletê bên dadgehkirin.”