‘Şerê desthilatdaran zererê dide jin û zarokan’

Jinên sendîkayan diyar kirin ku herî zêde jin û zarok ji şerên li Rojhilata Navîn bi bandor dibin û ji bo sivîl zirarê nebînin, banga hawîrdoreke aram kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 5’ê Cotmehê de zêde bûn û ji ber pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de destpêkirin hawirdora krîza li Rojhilata Navîn kûr dibe.

Jinên KESK’ê yên ku ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê pêk tên, bal kişandin ser hilweşandina pêvajoya tê jiyîn. Jinan bal kişandin ser qetilkirina jinan, rû bi rû hatina pêkanînên dijmirovahî û koçberkirina wan û herwiha jinan banga dabînkirina hawirdora aştiyê li herêmê kirin.

‘Em ê her tim ji bo jiyan û aştiyê têbikoşin’

Hevseroka Şaxa Perwerde-Tu ya Amedê ya Hêjmar 1 Emîne Akşahîn diyar kir ku şer ji aliyê hikûmetên ku xizmetê ji kapîtalîzmê dikin ve hatine destpêkirin. Emîne Akşahîn, anî ziman ku şer birçîbûn, xizanî û wêraniyê bi xwe re tîne û diyar kir ku şerên ku îro li gelek deverên Rojhilata Navîn diqewimin, li gorî armancên dewletên serdest tên jiyîn. Emîne Akşahîn anî ziman ku şer û pevçûnên li Rojava, Îsraîl û Filistînê herî zêde bandor li sivîlan kiriye û di vê pêvajoyê de bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Emîne Akşahîn diyar kir ku ji ber berdewamiya êrîşan zerera gelê sivîl didome û got: “Em weke platforma ked û demokrasiyê di her firsendê de diyar dikin ku em li her derê cîhanê li dijî şer in û qadên jiyanê yên gel têne tunekirin û em li hemberî vê yekê xwedî helwest in. Her çiqas dixwazin ji bo rant û sermayê şer bidin destpêkirin jî em ê her tim li jiyan û aştiyê xwedî derkevin û têbikoşin. Em ê li her qadê vê yekê bi dengekî bilind bînin ziman.”

‘Li dijî êrîşan dikare helwest bê girtin’

Emîne Akşahîn a ku bertek nîşanî bêdengiya li hemberî êrîşên li dijî Rojava jî da, di derbarê mijarê de yekemîn nirxandina polîtîkaya durû ya Tirkiyeyê bi bîr xist. Emîne Akşahîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev polîtîkayên zext û astengiyê yên li ser civakê dibin sedem ku her kes di vê pêvajoyê de bêdeng bimîne. Girseyên demokratîk ji vê bêdengiyê pir acizin. Ji ber vî şerî mirov bi şev nikarin razin. Her kes bi awayekî têne tepisandin. Welat di her qadê de li gorî berjewendiyên xwe polîtîkayên xwe dimeşînin. Armanca dewletên ku li hemberî Rojava bêdeng dimînin jî ev e, ji ber ku armanca wan hemûyan heye li hemberî van êrîşan bertek nîşan nadin. Qismê ku wê bersiva van êrîşan bidin gel in. Di vî alî de dikare helwest were raberkirin”

‘Şer ne di berjewendiya gel de ye’

Sekretera Hêjmar 2 ya Şaxa Perwerde-Tu ya Amedê Kadriye Kaya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser ziyanên şer ên li ser jinan. Kadriye Kaya bang kir ku di zûtirîn dem de hawîrdora şer bi dawî bibe û got: “Ev şer bi rastî li tu derê xizmetê ji aştiyê re nake. Ev şer şerên ku tenê xizmeta berjewendiyên kesekî dikin. Di van şeran de herî zêde jin û zarok dibin mexdûr. Di şert û mercên şer de qadên jiyanê yên jinan wêran dibin û li welatên din dikevin rewşa penaber. Li her cihê ku diçinê jî rastî muameleyên xirab tên. Şerê ji bo berjewendiya gelan nîne. Mixabin gelên bêguneh berdêla şer didin.”

‘Di daxwazên aştiyê de jî cudakarî dikin’

Kadriye Kaya, diyar kir ku qismên ku bi dirûşma “aştî” daketin qadan dema mijar bû Rojava bêdeng bûn û wiha got: “Em dibînin ku di vê mijarê de cudakarî heye. Dema mirovên ji me dûr tên qetilkirin her kes bertek nîşan dide, lê dema gelê Kurd tê qetilkirin her kes bêdeng dimîne. Em alîgirê çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û demokratîk in. Şer ne çareseriya tiştekî ye. Di vê xalê de bêyî ku were gotin çi ziman, çi ol û nîjad divê hemû mirov bibêjin aştî.”

‘Li Rojhilata Navîn jin bi mirinê re rû bi rû ne’

Sekretera Jinê ya Perwerde-Tu Şaxa Hêjmara 2’emîn a Amedê Songûl Can Şîmşek, der barê zêdebûna şer û pevçûnan de nirxandinan kir: “Em dizanin ku weke jin li kudera cîhanê şer hebe, di serî de yên ku dimirin em jin in. Em ê her tim li qadan bin û ji vê re bêjin ‘raweste’. Lê mixabin ev pergal yek bi yek jin û zarokan ji destê me digire. Jin li her qadê bi taybet li Rojhilata Navîn rastî tundiyê tên û bi mirinê re rû bi rû ne.”

‘Tu kes Rojava nabîne’

Songûl Can Şîmşek, diyar kir ku sîstem herêmên ku ne wek wan in û wek wan najîn paşguh dikin û bêdengiya li hemberî Rojava ji ber vê yekê ye. Songûl Can Şîmşek anî ziman ku îro li Rojava jî weke li Filistînê sivîlan jiyana xwe ji dest dan û nexweşxane hatin bombebarankirin û wiha got: “Îro mirovên ku ji bo hemû cîhanê dengê xwe derdixin, dema mijar dibe Rojava bêdeng dibin. Me nekarî bi tevahî şert û mercên ku em tê de karibin xwe bi tevahî îfade bikin biafirînin. Ji ber ku me nekarî bi afirînin hemû welat me paşguh dikin. Em ne jinên ku ew dixwazinin. Dema em li cîhanê dinêrin hem ji aliyê ekolojîk û hem jî ji aliyê perspektîfa jinê ve û ji cihekî ku vê lêpirsîn dike lê dinêrin. Helbet wê ne jinên Rojava û ne jî êrîşên li wir bibînin. Pergal jî weke di her tiştî de me ji dervey vê sîstemê digre û nabîne.”