Li Îzlandayê jin dê ji bo rojekê grevê bikin

Jinên li Îzlandayê ji bo şermezarkirina newekheviya destmiz û şîdeta li ser bingeha zayendî wê sibe grevê bikin. Serokwezîr Katrín Jakobsdóttir jî dê beşdarî grevê bibe.

Navenda Nûçeyan - Li Îzlandayê bi deh hezaran jin bi daxwaza wekheviya mûçeyan û bertekên li dijî tundiya zayendî, li seranserê welat dê sibê rojekê dest bi grevê bikin. Tê payîn ku Serokwezîra Îzlandayê Katrín Jakobsdóttir jî tevlî grevê bibe.

Tê çaverêkirin ku welat raweste

Li gorî rojnameya The Guardianê, bi deh hezaran karkerên bi heqdest û bê heqdest dê beşdarî grevê bibin, ku dê di 48 salên dawî de bibe yekemîn. Organîzatorên grevê diyar kirin ku jinên di pîşesazîya masîvaniyê de dixebitin û kesên nebinary (ku di nava pergala zayenda binar de nas nakin), mamoste, hemşîre û Serokwezîr Katrín Jakobsdóttir jî dê beşdarî greva jinan bibin. Tê payîn ku ji bo balê bikşîne ser newekheviya meaşê li ser bingeha zayendî û şîdeta û zayendî, grevê rojekê rawestîne.

Greva herî dawî ya jinan 48 sal berê bû

Greva herî dawî ya jinan a li Îzlandayê di sala 1975'an de hat lidarxistin û jinên Îzlandî di çarçoveya grevê de ku bi zimanê Îzlandî weke 'kvennafrí' (roja jinan a betlaneyê) hate binavkirin, tevahiya rojê dest ji kar berdan. Kesên ku beriya 48 salan beşdarî grevê bûne diyar kirin ku tevî derbasbûna nîv sedsalê hê jî daxwaza bingehîn a grevê pêk nehatiye.

Li Îzlandayê, ku di rapora cudahiya zayendî ya cîhanî ya sala 2023-an de di Foruma Aborî ya Cîhanê de ji bo cara 14’emîn di rêza yekem de cih girt, jin hîn jî di hin sektoran de ji mêran ji sedî 21 kêmtir qezenc dikin, û ji sedî 40 zêdetir jinan rastî şîdeta jî zayendî tên.