Besra Erol li girtîgehê bi gelek nexweşiyan re têdikoşe!

Besra Erol a ku ji ber di cenazeyê kurê xwe yê ku li Pirsûsê hat qetilkirin de axivî û 7 sal û nîv cezayê girtîgehê girt, 5 sal in girtî ye. Ji ber nexweşiya tansiyonê ya Besra Erol çavê wê li ber korbûnê ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mûş- Dayikên Kurd li erdnîgariya Kurdistanê ya ku her derê wê bi êşên mezin û berxwedanan dagirtiye bi gotinên: “Berxwedana me ji êşên me mezintir e” şahidiya têkoşîna bi dehan salan dikin. Yek ji wan dayikan jî Besra Erol a ku kurekî wê 14 sal in girtî ye, kurê wê yê din Evrîm Denîz jî 20’ê Tirmeha 2015’an di komkujiya li Rihayê de jiyana xwe ji dest daye. Besra Erol a ku bi salan e bi malbata xwe re têkoşînê didomîne, ji sala 2019’an ve di girtîgehê de ye. Besra Erol ji aliyê hemû kesên li Mûşê ve tê naskirin. Tevî ku nexweşiyên giran pê re hene jî nayê berdan.

Di malbatê de kesek ku neketibe girtîgehê tune ye!

Di malbatê de hema bibêje kesek ku neketibe girtîgehê nemaye. Her cara ku polîsan davêtin ser mala malbata Erol jê re digotin; “Tu terorîstan xwedî dikî.” Kurê Besra Fuad Erol 14 sal in di girtîgehê de ye. Fuat Erol ê ku di Girtîgeha Patnosê de ye, tevî nexweşiyên xwe jî weke dayika xwe nayê berdan.

Kurê Besra Erol Evrîm Denîz Erol, di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de li pirsûsê jiyana xwe ji dest da. Besra Erol wê demê li ser goristanê ji bo kurê xwe axivîbû gotibû; “Ez kujerên kurê xwe, kujeran baş nas dikim.” Der barê wê de şînên ku çûye û daxuyaniyên çapemeniyê hincet hatin nîşandan û doz hat vekirin. Di heman pêvajoyê de kurekî wê jî telefonên ku ji bo sersexayê li geriyabûn hincet hatin nîşandan, hat girtin û 11 meh di zindanê de ma.

Hew  maye çavê wê kor bibe!

Der barê Besra Erol de piştî gotinên “Ez kujeran baş nas dikim” doz hat vekirin, piştî ku di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin salek girtî ma. Dûre tehliye bû lê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 7 sal û nîv ceza lê hat birîn. Di danişîna ku ceza lê hat birîn de Besra Erol bi gotinên; “Hûn min bi awayê bêhiqûqî û bêmaf digrin. Ev ceza bêhiqûqî ne” bertek nîşan dabû. Li ser vê yekê dozgerê dadgehê ji Besra Erol re got “Tu rizgarkera Mûşê bûyî. Bila niha Ocalan were te rizgar bike.” Piştî cezayê ku girt, çendek li Girtîgeha Mûşê ma, nêzî 4 salan e jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê dimîne.

‘Tevî her tiştî moralê wê baş e’

Besra Erol a 65 salî, li girtîgehê ye û gelek nexweşî pê re hene. Bi Sînuzît, fitiq, êşa çaqan û tansiyonê re têdikoşe û her dem ji bo dermankirinê diçe nexweşxaneyê. Nexweşiya wê ya tansiyonê her diçe zêdetir dibe, tansiyonê li çavê wê daye. Li ser rewşa dayika xwe kurê Besra Erol Aram Erol axivî û got: “Moral û motîvasyona dayika min di girtîgehê de baş e lê di demên dawî de ji ber zêdebûna tansiyonê pir aciz bûye. Ji derveyî tansiyonê jî gelek nexweşiyên wê hene. Beriya bikeve girtîgehê du caran ji pişta xwe emeliyat bûbû. Niha ji ber ku her dem tansiyona wê bilind dibe, li çavên wê dide. Ji ber vê yekê ew maye çavek wê kor bibe. Fitiqa di pişta wê de bandorê li ser çaqên wê jî dike.”

‘Wê birin nexweşxaneyan lê tu encam tune ye’

Aram Erol diyar kir ku dayika wê her dem di hevdîtinê de dibêje “Ez ji bo tiştên ku dikin şaş namînim. Dê ev roj derbas bibin” tevî nexweşiya xwe jî, xwedî sekneke berxwedêr e û wiha bi dawî kir: “Tevî her tiştî moralê wê baş e û moral dide me. Bi awayê bêhiqûqî hat girtin. Hinceta cezayê wê ji derveyî daxuyaniyan tu delîl tune ye. Weke dayika min bi hezaran kes ji ber van sedemên wiha di girtîgehan de ne. Di serî de girtiyên nexweş, em dixwazin hemû girtî werin berdan. Tu aliyê hiqûqî yên van cezayan tune ye. Niha jî înfazên girtiyan dişewitînin, mînaka vê li tu dera cîhanê tune ye. Mirov nizane çawa pênase bike. Tu nexweşxaneya ku dayika min nebirin nema lê nayê tehliyekirin. Dermankirina wê li derve dikare bibe ji ber wê divê tehliye bibe.”