Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ didome

Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku ji aliyê TAJÊ ve hatiye destpêkirin, didome. Di çarçoveya vê çalakiyê de her roj wêneyê Rêber Apo diyarî malbatan tê kirin

Şengal-Çalakiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya bi navê ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku di çarçoveya kampanyaya ‘Azadî ji Rêber Apo re, xweserî ji Şengalê re’ de daye destpêkirin, didome. Bi vê çalakiyê re jin yek bi yek serdana malan dikin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fikrên wî didin nasandin.

Di çarçoveya xebatên vê çalakiyê de Meclisa Xweser a Şengalê jî li navenda Şengalê serdana malan kirin û wêneyê Rêberê Grlê Kurd Abdullah Ocalan diyarî malbatan kirin. Di serdanê de endamên meclisa armanc û hedefên xwe yên ji çalakiyê anîn ziman.

‘Êzidî xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin’

Endama Meclisê Emşê Korkorkî diyar kir ku wek Tevgera Jinên Êzidî armanc û hedefa wan ji vê çalakiyê nasandina fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ne û wiha got: “Wek endamên Tevgera Jinên Êzidî em yek bi yek malan digerin û wêneyên Rêber Apo û broşura ku kurtejiyana wî têde tê vegotin, didin malbatan. Fikir û felsefeya Rêber Apo belavî her derê cîhanî bûye. Civaka Êzidî jî li ser vê fikir û felsefeyê xwe perwerde dike û bi rêve dibe. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi dikeve ser milê civaka Êzidî divê pêk bîne û ji bo azadiya wî kar û xebatan bikin.”

Xwediya malê Bahar Şingalî got ku ew gelek kêfxweş in ku Abdullah Ocalan hatiye mala wan û wiha axivî: “Rêber Apo xêr hatiye, ser seran ser çavan hatiye. Em gelek kêfxweş in ku Rêber Apo bûye mêvanê mala me. Fikrên Rêbar Apo fikrên azad e, bi taybetî ji bo jinan.”

‘Rêbarê me hemû gelên bindest azad dike’

Êzidiyê bi navê Şêx Berekat ku serdana mala wî hat kirin jî destnîşan kir ku ew gelek kêfxweş in Rêbarê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye mala wan û ev tişt anî ziman: “Bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir çavên me vebû. Fikrên Rêberê me ne tenê Şengalê hemû cîhanê azad dike. Rêbarê me hemû gelên bindest azad dike. Ji bo azadiya Rêber Apo çi bikeve ser milê me em ê bikin.