Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma heştemîn didome.

Mexmûr – Li Saziya Malbatên Şehîdan a wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya nobetê ya dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma heştemîn didome.

Çalakî dê her 5 roj bi dewrgirtina komeke din berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma heştemîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê deqeyek rêz hat girtin, li ser navê koma 7’emîn Abdullah Kapar axivî.

‘Em ê heta dawiyê bi Rêbertiya xwe re bimeşin’

Abdullah Kapar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku şêniyên wargeha Mexmûrê tu caran tecrîdê napejirînin û got: “Her nêzikatiyek dijmin a li hemberî Rêbertiya me tê meşandin li hemberî gelê Kurd, nasname û hebûna gelê Kurd e. Di heman demê de li hemberî maf, demokrasî û azadiyê ye. Ji bo mirovahiya pêşverû bikaribin xewn xeyalên azadiyê pêk bînin, ji bo ku bikaribin li ser cîhanê bi rastiya xwe re bijîn, Rêbertî ji bo gelê Kurd û mirovahiyê fersendek dîrokî ye. Em ê heta dawiyê bi Rêbertiya xwe re bimeşin. Her tiştê ku dikeve ser milên me çi dibe bila bibe em ê bikin. Nêzî 40 salan e ev têkoşîn hatiye berdewamkirin û di vê oxirê de gelek bedêlên mezin hatine dayîn ji bo wê em ê heta dawiyê girêdayî vê dozê bin. Ji derveyî Kurdistanek azad, civakek azad û demokratîk em ê jiyana din qebûl nekin. Me gelê wargehê ev yek di pêvajoya 40 salan de ji bo her kesê îsbat kiriye ku em ê heta dawiyê bi azadî û îradeya xwe bijîn. Îro divê her kes li hemberî tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin, li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derbikeve.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.