Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 959’an de ye: 20 kes hatin binçavkirin

Nûnerên partiyên siyas û parêzvanên mafê mirovan ên ku piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Di çalakiyê de nêzî 20 kes hatin binçavkirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina bizanibin, di hefteya 959’an de çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin. Careke din polîsan êrîşî çalakiya Dayîk/Mirovên Şemiyê kirin.

Di çalakiya li Qada Galatasarayê de gelek parêzvanên mafên mirovan û nûnerên partiyên siyasî jî piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê. Dayikên Şemiyê û nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê de, seroka giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe endama komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk Musa Pîroglu, parlamenterên (CHP) Sezgîn Tanrikulu, Gokçe Gokçen, Turkan Elçî û Suat Ozçagdaş, endamên Partiya Azadiay Tirkiyeyê (TOP) jî piştgirî dan.

Nêzî 20 kes hatin binçavkirin

Beriya çalakiyê kolanên ku ku ber bi Qada Galatasarayê ve diçin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dema ku endamên TOP’ê û parlamenterên CHP’ê li cadeya Turnaci Başi hatin ba hev dema ku meşiyan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li vê derê şopandina rojnamegeran hat astengkirin. Piştî wê Dayikên Şemiyê û parêzavanên mafên mirovan, li cadeya Îstîkalalê meş li dar xistin. Dema ku hatin qadê Dayikên Şemiyê di meşa xwe de israr kirin, dorpêç derbas kirin lê belê careke din ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Piştî dorpêçê di nav de seroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskin, nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan 20 kes bi kelebçeya ji paş ve hatin binçavkirin.

Çi bûbû?

Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de roja 25’ê Tebaxa 2018’an xwestin çalakiyek girseyî li dar bixin. Bêyî ku sedemek were nîşandan girseya li meydana Galatasarayê kom bûn bi qedexeya Wezareta Karên Navxweyî re rûbirû ma. Polîsan êrişî dayikan kir û 23 kes hat binçav kirin. Polîsan piştî wê yên ku çûn di kafeyan de bi gazên bîberê êrîşî wan kirin û kesên din jî xistin binçavan. Der barê 46 kesan de bi hinceta ‘Muxalefeta Qanûna Meş û Xwepêşandanan’ hatin tewanbarkirin û doz li wan hat vekirin. Xwişka Hasan Ocak ê ku di sala 1995’an de di bin çavan de hat widakirin, Mesîde Ocak ji rastî êrîşê hat û dayika wê Emîne Ocak a 82 salî jî rastî tundîya polîsan hat. Masîde Ocak der barê hêzên erkdar û amîran de gilî kir. Serdozgeriyê biryara di lêpirsînê de cih nagire da. Piştî wê serlêdana dadgeriya Sulhê ya Ceza ev îtiraz red kir û Masîde Ocak ev doz bir AYM’ê.

Li ruxmê teblîxê destûr nadin çalakiyê

Dadgeha bilind îdiaya ku ‘nêzîkatiya xirab’ red kir hikum kir ku mafê lidarxistina çalakî û meşan binpê dikin hikum kir, enceq li ruxmê biryara AYM’ê dorpêça li qada Galatasarayê nehat rakirin. Lê belê bi zêdegiya dengan biryar hat dayîn ku li gorî madeya 34’an a destûra bingehîn mafê civîn û çalakiyên ku tên lidarxistin mafê wan hatiye binpêkirin. Di serlêdana seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî dadgeha bilind de mafê lidarxistin, civîn û çalakiyê tê binpêkirin bi zêdehiya dengan hat hikumkirin. Li dijî biryara dadgehê li ruxmê ku biryara AYM’ê qaymeqamtiya Beyogluyê teblîx kiriye destûr nadin Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar bixin.