Zarokên li Iraqê ji hemû mafên xwe bêpar dijîn

Ji ber şerên diqewimin bi hezaran zarok sêwî dimînin û di temenê biçûk de barê giran ê ku ne li gorî hêza bedenê ne jî ya derûnî ye dikeve ser milên wan. Şêwirmenda karûbarên zarokan Zeyne El-Qere Xolî diyar dike ku ji ber peymana mafên zarokan a di sala 1994 an de ji aliyê Iraqê de hatiye îmzekirin bi cih nehatiye rewşa zarokan gelek xirab e

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda - Jiyan û pêşeroja zarokên Iraqê bi tehdîdê re rûbirû ye û ew di nava dorpêça hejarî û tundîtûjiyê de ne. Li vî welatê ku bi dehan salan şer û hovîtî lê heye, zarok ji xwendinê û hemû mafên xwe yên jiyanê bêpar dimînin.
Şêwirmenda di beşa kar û xebatên civakî ya Iraqê Zeyne EL-Qere Xolî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hemû mafên zarokan hatine binpêkirin, zarok ji kêmbûna xizmetan gelek êşê dikşînin ku yek ji wan xwendin e, nebûna zagona perwerdeya mecburî bûye sedem ku asta xwendinê kêm bibe her wiha rewşa dibistanan jî xirab e.
Zeyne Qere Xolî dibêje; “Jîngeheke baş ku tê de zarokên Iraqê bijîn tune ye, ev yek jî gelekî min diêşîne, pêdiviyên herî biçûk jî ji bo zarokên Iraqê tune ne her wiha ji ber ku peymana mafên zarokan ku di sala 1994 an de ji aliyê Iraqê de hatiye îmzekirin bi cih nehatiye, îro û pêşeroja zarokan li vî welatî hema bêje qet tune ye
Zarokatiya zarokên vî welatî ji dest wan hatiye girtin û wekî mezinan dijîn. Hejmarek mezin a zarokan  berpisyariya malê hilgirtine ser milên xwe û ji mezinan zêdetir xema jiyanê dikşînin. Ji ber wê jî zarok êdî gihîştine asteke wisa ku nikarin zarokatiya xwe bijîn û bi behreyên xwe bijîn. Ev zarok hewcedarî piştgiriyê ne û divê ku xwedî li behremendiya wan derkevin lê ji ber rewşa heyî ya Iraqê ev yek ne pêkan e.
Ev nav ji bo min cihê serbilindiyê ye
Der barê navê şêwirmendiya zaroktiyê de Zeyne EL-Qere Xolî wiha dibêje; “Ez di sala 2017’an de li Iraq ji bo karûbarên zarokatiyê di warê fermî de hatim hilbijartin. Ev nav ji bo min cihê serbilindiyê ye ku ji aliyê Komîteya Parastina Zarokan û UNICEF’ê ve hatiye dayîn û ev yek bû sedem ku ez bikaribim alîkariyê bikim.”
Piştî ku karên Zeyne EL-Qere Xolî yê di warê mirovî de ku bi salan e dikir û di nav bajaran de ji bo ku alîkariyê ji malbatên hejar û sêwî re pêşkêş bike digeriya; wek şêwirmenda zarokatiyê hat hilbijartin her wiha ji bo ku alîkariyê pêşkêşî kesên hewcedar bi taybetî, zarok û sêwiyan bike bênavber xebarên xwe didomîne.
Der barê alîkariyên mirovî û tenduristî yên tên pêşkêşkirin de jî dibêje; “Me ji kesên xwedan hewcedariyên taybet re kursî, berguhk û pêdiviyên hwd. pêşkêş kir her wiha me ji bijîşkan re karmend rêkirin û derman peyda kir.”
Zeyne EL-Qere Xolî destnîşan dike ku pêwîst e alîkariyên mirovî bigihîjin malbatên zarokan jî da ku jîngeheke guncew ji kesên xwedan hewcedariyên taybet re ava bibe û wiha didomîne; “Bi riya vê prensîbê me xwarin, elektrîk, cil û derfetên kar ji malbatên zarokan re jî peyda kir da ku ew jî di nav civakê de aktîf bibin. Em bi wezareta kar re bûn hevkar da ku parastineke civakî ji kesên xwedan hewcedariyên taybet re peyda bikin. Di van salên dawiyê de bêtirî 900 kursî ji xwedan hewcedariyên taybet re hatin dayîn.”
Der barê xebat û piştgiriya derûnî û peydakirina dermanan ji bo zarokan re jî Zeyne EL-Qere Xolî wiha dibêje; “Ligel peydakirina derman û şopandina rewşa wan, me hewl da ku em di aliyê derûnî de piştgiriya wan bikin. Em kêfxweşiyê dixin dilê zarokên sêwî û koçber. Me ji wan re şahî li dar xist û di wir de pêlîstok û pêwîstiyên dibistanê li wan belav kir.
Li Iraqê zarokên sêwî bêtir êşê dikşînin
Zeyne EL-Qere Xolî bal kişand ser girîngîdayîna zarokên sêwî û wiha got; “Li Iraqê di nava civakê de zêdetir êşê dikşînin lewre ev rewşa wan a taybet ku wan mexdûr dike girîng nayê dîtin.”
Li ser bernameyên geşedan û piştgiriya zarokên sêwî jî wiha dibêje; “Karê me ew e ku em li ser bernameyên zarokan bi hemleyên li dibistanan, çanda welat û çanda hezkirina welat di dilê her kesê de çêbikin lê ji ber zêdebûna hejmara sêwiyan ku di encama şeran de rewşeke aborî ya zehmet dijîn karê me zêdetir veguheriye pêşkêşkirina alîkariyê. Lewre em di merheleyek wisa de ne ku hewl didin van sêwiyan ji mirin û birçîbûnê rizgar bikin.”
Xwepêşandana ji bo kêmkirina tundiya li dijî zarokan
Der barê rêbaza dilsoziya bi zarokên ku rojane û domdar rastî tundiyê tên de, jî dibêje; “Me xwepêşandan organîze kir da ku tundîtûjiya li dijî zarokan kêm bibe. Ji bilî nivîsandina lêkolînên li ser zarokên Iraqê û beşdariya pêkanîna Zagona Parastina Zarokan ku em li benda pejirandina wê ne.”
Armanca min a zanistî bandorkirina civakê û şiyana dayînê ye
Zeyne Qere Xolî dibîne ku bi destxistina astên zanistî dihêle ku çalakiyên civakî zêde bibin lewre xwendin û bidestxistina bawernameyê di civakê de hêzê dide jinan.
Zeyne Qere Xolî di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje; “Ez bi dilxwazî derbaskirina Zagona Parastina Zarokan di Encûmena Nûnerên Iraqî de dişopînim, ji ber ku pejirandina vê qanûnê ji bo zarok û mirovê Iraqê serfirazî ye.
Zeyne EL-Qere Xolî kî ye?
Zeyne EL-Qere Xolî di koleja dermanxaneyê de berpirsa pêwendiyên çandî ye. Di sala 2021’ê de ji Zanîngehek Brîtanyayê navê profesoriyê di texziyekirna dermanî de girt.
Bawernameya masterê di mafên mirovan de ji Akademiya Navneteweyî ya Lêkolîn û Zanistên Mirovî li Misrê (kesên koçberkirî, penaber, protokolên navneteweyî û mafên mirovan) wergirtiye û xwedan du bawernameyên doktoraya rûmetdar e di warê mafên mirovan de.