Ji bo malbatên hewcedar xebata tîma ciwanên Filistînê

Bîsan Ewde û tîma xwe bi kampanyaya bi navê “Yê ji me re ji we re ye” li Xezayê ji bo kesên pêdiviya wan bi cilan û hwd. heye dixebitin û alîkariyê berhev dikin.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza - Xebata bi dilxwazî ya ku ji hêla komên ciwan ve tê birêvebirin ji bo ronesansa civakan û hevahengiya wan bingehek tê hesibandin û amûreke bi bandor e ku hewl dide guhertin çêbike. Ji bo vê yekê Bîsan Ewde a 22 salî bi kampanyaya xwe ya dilxwazî di bin navê "Yê ji me re ji we re ye" balê dikşîne ser rewşa malbatên hewcedar ên li Xezayê. Ew jî rêbazeke dûrî awayê ku gel bide şermkirin e ku ew rebaz ji hêla piraniya saziyên civakê ve tê bikaranîn.
Dema ku jinek hat mala Bîsan û ji wê fistanekî xwest da ku di cejnê de li keça xwe bike, di wê kêliyê de ramana alîkariyê ket hişê Bîsan. Bi rastî Bîsan bi wê jinê re bû alîkar. Di sala 2008’an de Bîsan û hevalên xwe li zanîngehê civiyan û biryar dan ku tîmekê ava bikin da ku alîkariya kesên hewcedar bikin.
Di werza zivistanê de cilan kom dikin, dişûn û li malbatan belav dikin
Bîsan Ewde înkar nake ku mijar di destpêkê de zehmet bû, her kesê ramana wê biçûk didît û jê dixwestin ku vê erkê ji saziyên berpirs re bihêle lê girîna wê jinê ji ber çavên Bîsan nediçû û wê bawer dikir ku bi hezaran kes hene hewceyî alîkariyê ne bi taybetî di demeke ku rêjeya belengaziyê li Xezayê gihîştiye ji sedî 85. Bîsan diyar dike ku di wê demê de wê û hevalên xwe miqdarek pere kom kirine û ji zarokan re cil û pêlîstok kirîne.
Bîsan destnîşan kir ku bi hatina werza zivistanê re wê û tîma xwe cilên kevn bi awayekî baş kom kirine piştre şûştine û li malbatên hewcedar belav kirine her wiha rêxistina tîmê jî gelekî bûye alîkar ku bi ser bikevin û kesên derdora wan bi wan bawer bin. Bîsan dibêje; “Piştî salekê hejmara tîma me gihîşt 50 kesî. Belavbûna navê hemleyê hişt ku malbat bi me re têkevin nav pêwendiyê da ku em bi wan re alîkar bin. Li kêleka cil û bergan me xwarin û derman jî pêşkêş dikir.”
Bîsan Ewde di dawiya axaftina xwe de dibêje, tiştê herî zehmet ku ew dijî ew e ku her çendî fatûreya ji wan kesên ku alîkariyê pêşkêş dikin digre jî dîsa pirsgirêka bêbaweriyê derdikeve hole û bawer nakin ku ez alîkariyê radestî malbatên hewcedar dikim. Bîsan dibêje; “Armanca min a tekane ew e ku hemle raneweste û her di xizmeta malbatên hewcedar de be.”
Divê civak baweriyê bi ciwanan bîne
Li aliyê din endama tîma "Yê ji me re ji we re ye" Lema Ebû Asî ya 22 salî got ku ew nêzî salek e tevli hemleyê bûye û dibêje ku tişta ku hemleya "yê ji me re ji we re ye" cuda dike ew e ku her demsal ramanên nû dipejirîne. Di meha Remezanê de xwarinê belav dike û di werza zivistanê de cilan belav dike û di dema dibistanan de jî ji zarokên re pêwîstiyên dibistanê peyda dike.
Lema Ebû Asî diyar dike ku kar û xebata tîmê di dema aloziyan de ranewestiyaye bi taybetî di dema nexweşiya koronayê de lê li kêleka wê tedbîrên xweprastinê hatine girtin, hemû tiştên ku ji malbatan re dihatin rêkirin bi awayekî rêkûpêk dihatin paqijkirin û pakêtkirin. Lema Ebû Asî di dawiya axaftina xwe de got ku divê civak û hikumet bawerî bi ciwanan bînin û derfetê bidin wan da ku alîkariyê pêşkêş bikin.