Parêzer Şad Rizgar: Her diçe kuştinên jinan zêde dibe

Di van çend rojên dawî de li Herêma Başurê Kurdistanê kuştin û xwekuştina jinan zêde bûye li herêmên cuda û bi sedemên cur be cur jin ji aliyê hevjîn an jî bavê xwe ve tên kuştin.

 
Silêmanî - Bûyerên kuştin û xwekuştinê li Başûrê Kurdistanê her roja diçe zêde dibe û vê yekê bandorek nerênî li ser civakê daye çêkirin. Di nava vê hefteyê de jinek ciwan a temenê wê 23 salî li herêma Teqteq ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin. Bê ku pê bide hîskirin bavê wê ew bire ser çemê Kanî Lala yê nêzî Zêyê Biçûk û li wê dixwenîqine û cenazeyê wê diavêje çem. Di 16’ê Nîsanê de li bajarê Hewlêrê jina bi navê Zarê ji ber xwest ji hevjînê xwe veqete ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Li Hewlêrê jinek din a ku ji hevjînê xwe veqetiyabû ji aliyê hevjînê xwe yê berê û du birayên hevjînê xwe yê berê ve hat qetilkirin. Li Kelarê jina bi navê (M.F.H) a temenê wê 20 salî û zewicî ji ber sedemên nehatin zanîn dawî li jiyana xwe anî. Li ser van kuştinên di demên dawî de parêzer Şad Rizgar diyar kir ku hewldana xwekuştinê bandorê li ser civakê dike û ev karesat êdî bûye diyardeyek her roja diçe zêdetir dibe.
Parêzer Şad Rizgar der barê rewşa Başûrê Kurdistanê ya di çend rojên dawî, kuştin û xwekuştina ku di nava civaka Başur de zêde bûye de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Mixabin rojane em nûçeyên xwekuştinên bi rengên cuda dibîhisin. Nûçeyên wekî keçek xwendevan xwe kuşt, mêrekê hevjîna xwe kuşt, li Teqteqê bavekî keça xwe xeniqand, jinek mêrekî bi kêrê kuşt. Ev hinek ji wan nûçeyên kuştinê ne ku me rojên dawî bihîstin. Ev yek bandorek mezin li ser derûniya civakê dike. Ji bo hinekan jî dibe çavlêkirin û êdî ev karesat rojane di nava civakê de rûdidin.”
Şad dide zanîn ku li parêzgeha Helepçeyê nebûna xwkuştina jinan bi asta rewşenbîriya vê navçeyê ve girêdayî ye û wiha dibêje: “Parêzgeha Helepçeyê yek ji wan parêzgehan e ku ji sala borî heta niha tenê bûyerek xwekuştina jinan lê rûnedaye. Sedema nebûna bûyerên xwekuştina jinan li Helepçeyê ji ber du sedeman e, ya yekê asta rewşenbîriya takekesî ya li Helepçeyê di asteke baş de ye her wiha rêxistinên mafên jinan rola xwe baş dilîzin.”
“Tu hincetek ji bo kuştina jinan tune ye”
Şad Rizgar balê dikşîne ser zagona kuştin û xwekuştinê û wiha didomîne: “Hemû ol û zagonên li ser rûyê erdê tu carî rê nedane ku kesek xwe bikuje û yan jî yek ji aliyê kesek din ve were kuştin. Em jî wek jin qet hincetek ji bo kuştina jinan rewa nabînin. Tu sedem ji bo kuştina jinan nikare were dîtin. Di aliyê zagonî de kuştin û xwekuştina jinan cuda ye. Di zagona sezadayîna Iraqê de xwekuştin ne ceza ye, ji ber ew kes zindî namîne, nikarin cezayek bidinê. Lê belê dema kesek yekê bikişkişîne û ew kes biçe xwe bikuje mînak dema kesek ji yekê re bibêje çima xwe nakujî ev dibe sedema têkçûna derûniya kesan. Yan jî ew kesê ku hewla xwekuştinê bike û jê re asankariyê çêbike yan jî yek jê re çek peyda bike di bûyerê de û ya/ê jê re riya kuştinê nîşan dabe  li gorî zagona Iraqê bi madeya 408 tê cezakirin.”
“Yên tewana kuştinê dikin tên cezakirin”
Parêzer Şad Rizgar der barê cezayê ku li tewanbaran tê birîn de wiha got: “Der barê kuştinê de ger kesek ji aliyê kesê nêzî xwe ve bê kuştin an jî kesek dûrtir be ew li gorî madeya 405, 406 a zagona Iraqê tên cezakirin. Rêkariya zagonî ji bo destnîşankirina tewanbar, xwedî taybetiyek e, yên rasterast dibin sedema kuştina kesê yan jî yên di nava vî tawanî de cihê xwe digrin tên cezakirin.”