Hêza me ya herî xurt ew e ku em bi xwe re lihevhatî bin

Xweqebûlkirin û bixwebawerî, di jiyana mirovan de bingehên serkeftinê ne û hêzeke mezin di kesayeta mirov de didin avakirin. Dema ku em bê şerm, nêzî hin aliyên xwe dibin, hinek rewşan xwezayî dibînin, em baştir dikarin xwe îfade bikin

EMANÎ EL MANÎ
 
Dimeşq - Hestên neyînî ku bi me re hîsa nebaşbûnê çêdikin, dibin sedem ku em nebaş bin û ev nebaşî bi dawî nabe. Pêwîst e ku em bi awayekî baş bi xwe re rast bin, ji xwe razî bin, bi xwe bawer bin û bi xwe re li hev werin ji bo ku bigihîjin hedef û armancên xwe, bi xwe re lihevkirin tê wateya xweqebûlkirin û dûrbûna ji teqlîdê. Dema ku mirov bi xwe re lihevhatî be aliyên xwe yên erênî jî neyînî jî dibîne hêz û lawaziya xwe jî dipejirîne.
Şagirta zanîngehê Renîm Elî, ya 22 salî dema ku cudahiya di navbera xwe û hevalên xwe de di warê bihêzbûn, îrade, şekil, reng û rêbazê hilbijartina cilan de dibîne, bandor li ser çêdibe, têdigihîje ku divê kesayeta xwe qebûl bike bi xwe re li hev were. 
Bi pîvanên bedewiyê yên nûjen nêzî xwe nebin 
Moralê Renîm Elî xweş dibe dema ku hin kes pesnê şeklê wê didin û dibêje: "Her kes min bi kîloyên min ên zêde û rêbaza lixwekirina cilên kevneşopî xweşik dibîne, ev dihêle ku ez hinekî bi gotinên wan piştrast bim lê ez dizanim ku ev gotin demkî ne û dûre ez vê yekê weke dilsoziyek tenê dibînim. Ez her gav diramim gelo çewtî ya min e yan a civakê ye dema ku kesên ji bo xweşikbûnê xwe emeliyat kirine dibînim û yen zeîf û bejinzirav wekî pîvana xweşkbûnê dibînim. Bi pîvanên bedewiyê yên nûjen, ez ji xwe dipirsim gelo ez dikarim şiklê xwe qebûl bikim yan nikarim? Dûre fam dikim ku ev pîvan ne hewce ne."
Her wiha endezyar B.S ya 31 salî ku nexwest navê xwe bide dibêje: “Baweriya min bi min nayê, tevî ku her kes min xweşik dibîne jî ez xwe ji hevalên xwe kêmtir dibînim û dide diyarkirn ku hevjînê wê bûye sedem ku ew hesta ku xwe kêm dibîne bijî, ji ber ku bûye 4 sal zewicîme û ji destpêka zewacê heya niha min bi jinên din ên reş, spî û kesên bi nav û deng û yên herî xweşik û navdar re muqayese dike. Her wiha ji ber vê yekê ez rengê porê xwe diguherînim û kîloyên min carna zêde carna jî kêm dibin. Tevî ku bi van tiştan nebawer im û her dem ez di tirsê de me, min baweriya xwe bi xweşikbûna xwe winda kiriye."
Xweşikbûn û cudahî bi tiştên şeklî ve girêdayî nîn e
Xebatkara qada perwerdeya civakî Xilûd El-Elî dibêje: "Hewce ye ku mirov bi xwe re lihevhatî bin, ji ber ku bi demê re zêde dibe û mirov ber bi pisgirêkên nefsî û civakî ve dibe û dibe sedem ku di nava derdor û civakê de ne aram be."
Xilûd El-Alî axaftina xwe domand û got: "Pêwîst e jin ji bo xurtkirina hêza xwe bixebitin ji ber ku ev xala bingehîn e. Wekî berdewamkirina xwendina xwe û pêşxistina zanebûna xwe û bi xweşkbûn û qabiliyeta xwe bawer bin û ji xwe re kesên derdorê û ji civakê re îsbat bikin ku xweşkbûn û cudahî bi taybetmendiyên rû û şekil ên bedew ve ne têkildar e, bi zanistî, kar û beşdariyên berbiçav ve girêdayî ye. Tiştê ku em wekî kêmasî di kesayeta xwe de dibînin, pêwîst e me ji armanc û xewnên me dûr nexe. Baweriyaya me bi kesayeta me dihêle ku kesên derdorê jî heyran bimînin û ji me bawer bin. Bi her yekê ji me re xalên hêzbûnê û yên lawazbûnê hene, ji ber vê hêza me ya herî xurt ew e ku em bi xwe re li hev werin û kesayeta xwe bi hêz û zerafeta wê qebûl bikin. Pêwîst e em li şermokiya xwe wekî beşek xwezayî ya kesayetiya xwe binêrin û hewl bidin wan rast bikin an jî ku neyên rastkirin em bi wan re bijîn da ku em rê li ber xwe bigirin û li ser raman û hestên di navbera armanc û terzên tevgerên xwe de serwer bikin. Pêwîst e bi xwe re li hev bikin di hemû beşan de, wekî xweşkbûna rû, beden, jîngeha civakî ya ku em tê de dijîn."    
Tiştên ku dibin sedem tu xwe qebûl nekî 
Der barê sedemên nelihevkirinê de Xilûd El-Alî dibêje: "Kêmbûna îradeyê û nebûna baweriya bi xwe dibe sedema gelek pisgirêkên wekî tirsa îsbatkirinê, acizbûn, dijminatî, hestên neyînî û deprasyonê ava dike. Kesên ku nikarin xwe qebûl bikin her dem hîs dikin ku ew mirovên nebaş in û tiştên xirab di kesayeta xwe de texmîn dikin ku kesên derdora wan texmîn nakin."
Her wiha Xilûd El-Elî axaftinê xwe didomîne û dibêje: "Sedema herî girîng a lihevnekirina bi xwe re ew e ku em hemû mirovan dixin yek qalibî, taybetmendiyên baş û cuda yên kesayetiyan betal dikin û dibe ku em taybetmendiyên erênî înkar bikin û neyînî jî erênî bikin. Pêwîst e her dem mirov bi xwe bawer be ji ber ku bawerî hêzeke mezin e dihêle ku mirov her dem serkeftî be her wiha lihevkirina bi xwe re ne tenê di warê rû û bedewbûnê de ye, di hemû beşên jiyanê yên pratîkî, zanistî, civakî û psîkolojîk de pêwîst e mirov şaşîtiyên xwe neke astengî li pêşiya pêşketinê lê divê tecrube ji wan bigre."
Her wiha xebatkara perwerdeya civakî Xilûd El-Elî dibêje: "Di jiyanê de pir tiştên xweş hene ku ji me û ji hundirê me dest pê dikin, em dikarin hestên neyînî bi hestên şahî, dilxweşî û aciz bûnê bi hev re biguherînin. Pêwîst e em bi pîvanên hişk nêzî xwe û kesên li derdora xwe nebin. Divê em bizanibin ku her kes şaş dibe û dibe ku tiştên baş û nebaş di kesayeta wan de hebe. Em neçar in bi xwe û yên din re mijûl bibin ku kesek ji kêmasiyan xelas nabe û li taybetmendiyên bedew ên li xwe û yên din bigerin û kifş bikin. Dilê me dikare gelek awayên hezkirinê bi xwe re bihewîne. Ka em dest bi hezkirina ji xwe bikin û paşê jî heya ku em dikarin çerxa xwe ya evînê berfireh bikin.".