“Qutkirina Stasyona Elok wê karesateke mirovî bi xwe re bîne”

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah teqez kir ku ji ber qutkirina ava Stasyona Elok rewşa awarte hatiye ragihandin û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin û rê li ber karesata mirovî bigirin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê - Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê kir, di encamê de bajar bi temamî hatin dagirkirin. Her wiha Stasyona Elok a ava Hesekê jê diherike ket bin kontrola dewleta tirk. Ji dema dagirkeriya Serêkaniyê ve heya niha Şêniyên Bajarê Hesekê tevî kampên koçberan ên tê de qeyrana avê dijîn. Ve carê jî efserekî tirk fermana qutkirina avê li ser şêniyên Hesekê da, stasyona Elok ji 12’ê Nîsanê de ji xizmetê derketiye û şênî bê av in. Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah nirxand kir û ji me re parve kir. 
 “Ji bo xizmeta şêniyan tîmên awarte hatin avakirin”
Semer da zanîn ku tîmên awarte yên têkildarî pirsgirêka avê hatin avakirin û bi erkê xwe yê wijdanî radibin û wiha pêde çû: “Gel rewşeke hesas dijîn, li aliyekî meha Remezanê ye û di aliyê din jî vîrusa koronayê belav bûye, ev yek bandorê li jiyana wan dike û pêwîstiya wan bi avê heye. Di heman demê de ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa koronayê li herêmê qedexeya derketinê ye rawestandina stasyona Elok rewş tevlihev kir. Welatî mecbûr in derkevin û ser cihên avê bigerin. Her çiqas em dibin alîkar lê ev têrê nakê. Ji dema av li ser Hesekê hatiye qutkirin, ji bo xizmeta gel tîmên awarte hatin avakirin, ev tîm depoyên avê peyda dikin û bi riya komînan de avê li welatiyan belav dikin.”
‘Rawestandina stasyona Elok li dijî pîvanên mirovî ye’ 
Semer destnîşan kir ser fermana efserê dewleta tirk a dagirker bi armanca birîna avê li bajarê Hesekê û wiha domand: “Efserê dewleta tirk a dagirker bi armanca birîna avê li bajarê Hesekê ferman da ku tenê 4 bîrên avê bên xebitandin, bi wê yekê jî av tenê wê bigihîje hin gundên dagirkirî û têrê nake bigihîje bajarê Hesekê.  Bajar Hesekê zêdetirî milyon û nîvek mirov lê dijîn, ji bilî kampên koçberan ku rojane pêwîstiya wan bi avê heye. Qutkirina avê rêbazeke ne exlaqî ye û li dijî pîvanên mafên mirovan e. Ew dixwazin bi riya qutkirina Stasyona Elok jiyana milyon û nîvek mirovî tune bikin.”
Banga çareseriya pirsgirêka avê 
Semer bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û çareyekê ji pirsgirêka avê re bibînin û wiha bi dawî kir: “Ev zêdetirî 10 caran e Stasyon Elok tê rawsetandin, her dem jî hêzên Rûsyayê mudaxele dikin çend rojan didin şixulandin û careke din disekinînin. Stasyona avê wekî şantajek li dijî hemû pêkhateyên herêmê didin meşandin. Heya stasyon di destên dagirkeriya tirk de be dê şêniyên Hesekê rehetiyê nebînin.”