Ji ber tengavkirina mêran gelek jinên ajokar qeza dikin

Zilamên ku çavên wan ber nade jin seyareyan bajon, bi tevgerên xwe dibin sedema qeza û mirinê. Darîn El-Herarî ku di balafirgeha Benîne ya navneteweyî de karmend e dibêje ku dema zilam bizanibe jina seyareyê dajo hinek bi tirs e, bi tevgerên xwe dest bi tengavkirinê dike

Zilamên ku çavên wan ber nade jin seyareyan bajon, bi tevgerên xwe dibin sedema qeza û mirinê. Darîn El-Herarî ku di balafirgeha Benîne ya navneteweyî de karmend e dibêje ku dema zilam bizanibe  jina seyareyê dajo hinek bi tirs e, bi tevgerên xwe dest bi tengavkirinê dike
IBTÎSAM AXFÎR
Bingazî - Li Bingaziyê gi gel nebûna ewlekariyê ji jinên ku ajokariyê dikin û ji aliyê hin ciwanên bêwijdan ve tên tengavkirin keça bi navê Îtab Nûman bû qurbanî. Bêguman ew ne qurbaniya yekem e ne jî ya dawî.
Bijîşka diranan Îtab Nûman ku nû fêrî ajotina seyareyê bûye, 11’ê Nîsanê di encama qezayekê de ji ber tengavkirina ciwanekî di dema ajotina seyareyê de jiyana xwe ji dest da. Dezgehên pêwendîdar li ser vê bûyerê û ji bilî wê li ser gelek bûyerên din ên qezayê ku jin dibin qurbanî re bêdeng dimînin.
Gelek zilam hene ku li jinan lome dikin, ew dibêjin ku ajokariya jinan a lawaz dibe sedema qezayan. Bi vê yekê dixwazên sûcê xwe yê di dema ajokariyê de veşêrin. Hin kes jî hene ku dibêjin xort bi zanebûn wan keçan ditirsînin heta asta ku digihîjin qezayê yan jî mirinê.
Ji bo ku em bizanin ka bi rastî jî jin di dema ajokariyê de tên tengavkirin an tirsandin, em bi jinên ku li Bingaziyê ajokariyê dikin re axivîn.
Darîn El-Herarî ku di balafirgeha Benîne ya navneteweyî de karmend e dibêje ku dema zilam bizane ku jina seyareyê dajo bi tirs e, ew dest bi tengaviya wê dike, mîna ku li kêleka wê dimeşin carnan jî li pêş û paş wê jî tevgeran dike û dixwaze wê bitirse. Jin jî di vir de ji van tevgeran matmayî dibin û ev yek dibe sedema qezeyan.
Ji bo ku sax bimînim zilamên li derdora xwe ji nedîtîve têm
Tevî ku Darîn EL-Herarî bûye 15 sal maşîneyê dajo jî dîsa rastî tengaviyê hat ew mabû ku di kêliyekê de jiyana xwe ji dest bida. Darîn piştrast dike ku piraniya zilaman bi zanebûn jinan aciz dikin, bi taybetî dema ku dibînin ew jin hinekî bi tirs in tevgerên nelirê li dijî wan dikin û dibin sedema qezayan.
Der barê danûstandina wê bi kesên ku di rê de wê aciz dikin de jî dibêje; “Riya balafirgehê riya ketina nav bajêr e, normal e ku em zilaman ji derveyî Bingaziyê bibînin ku ew jî fêrnebûna jinên ajokar bibînin. Ji ber vê min dît ku paşguhkirin çareseriya herî baş e ji vê pirsgirêkê re.”
Yên ku jinan tengav dikin û dibin sedema mirina wan kujer in
Besma EL-Werfelî ku di Komîsyona Civaka Sivîl de karmend e dibêje; “Ez dibînim ên ku di dema ajokariyê de jinan tengav dikin perwerdeya wan kêm e û baş fêr nebûne, bi rêbazeke rast ajokariyê bikin. Yên ku jinan tengav dikin û dibin sedema mirina wan ez wan kujer dihesibînim.”
Besma El-Werfelî diyar dike ku ew heta niha di dema ajokariyê de tu carî rastî tengezariyê nehatiye û dibêje; “Di dema ajotinê de ez li derve mêze nakim, ger ku kes min tengav bike ez bala xwe jî qet nadim wî lê mixabin tişta ku gelek jinan ji ber tengaviyê biriye ev xal e divê ku li derdora xwe ninihêrin. Wekî Îtab Nûman gelek jinan ji ber tevgerên mêran di dema ajotina seyareyê de qeza kirine û jiyana xwe ji dest dane. Pir kes hene ku li ser pira Zanîngeha Ereb a Tibê û hin kesên din jî ji ber lezê ber bi mirinê ve çûne.”
Li aliyê din mamosteya zanîngeha El-Merc Mûna Xelîfa dibêje ku ew ne tenê ji aliyê ciwanên biçûk ve ji aliyê zilaman ve jî tê tengavkirin û diyar dike ku xuya ye ji ajokariya jinan ne razî ne ji ber wê bi vî rêbazî tevdigerin.
Jina bi navê Behîca EL-Felaf jî nêrîna xwe bi me re parve kir û got; “Ez her tim ji aliyê zilaman ve têm tengavkirin. Ew zilam li riyan wekî ku bi me re bikevin pêşbirkan seyareyan dajon.”
Der barê tengavkirina jinan di dema ajokariyê de ku gelek caran dibe sedema mirina wan aktivîsta hiqûqî Caziya Şiêtîr destnîşan dike ku ev yek nakeve bin benda kuştina bi zanebûn lê ew zirareke ku bûyer ber bi mirinê ve çûye. Ji ber vî ligel cezayê kujer divê dirava xwînê jî bide.