Heyet Tehrîr El-Şam li Îdilibê jinan tacîz dike

Artêşa bi navê Heyet Tehrîr El-Şam (Komîteya Rizgariya El-Şam) a ku Îdlibê kontrol dike, komek bi navê Sewaid El-Xêr (Milên Qenciyê) ava kirine da ku li sûk û kolanan sivîlan bidin tacîzkirin û raman, bawerî û destwerdana xwe li herêmê ferz bikin.

SUHÊR EL-ÎDLIBÎ
Îdlib – Koma Sewaid El-Xêr ji jin û mêrên ji neteweyên cuda pêk tê û bi piştgiriya Heyet Tehrîr El-Şam li kolanên bajêr digerin û diçin salonên kûafuriyê, cihê ku cixare lê difroşin û cihê ku cilên jinan digerin da ku bêtir raman, bawerî û destwerdana xwe li ser herêmê ferz bikin.
Li gorî wan guhdarkirina stranan heram e
Dema ku Sefa El-Şewargî di dikana xwe ya cil û bergên jinan de li stranên Feyrûz guhdarî dikir, komek jinên ku nîqabên reş li xwe kiribûn derbasî dikana wê bûn û bi hinceta ku wê tiştên heram kiriye ji ber ku li stranan guhdar dike, ew girtin û birin dezgeha ewlehiyê. Li wir dersek li ser exlaq û bendên qanûna îslamî danê. Her wiha ew neçar kirin ku sozek îmze bike da ku li stranan careke din guhdar neke. Ger li stranan guhdar bike dê wê bavêjin zindanê.
Sefa diyar kir ku dema wê bi awayek wekî sûceke mezin kiribe, bi xwe re birin, gelekî şerm kir û wiha domand: "Me dixwest ku em ji zilma rejîma Esed xelas bin lê niha ji hêla van kesên ku bi navê Îslamê bang dikin em rastî zilm û zorê tên." 
Gelek jin ji hêla dezgeha ewlehiyê ve rastî tacîz û destdirêjiyê hatine, di nav de êrîşa li ser seroka beşa azmûnê li Zanîngeha Îdlibê bi hinceta cil û bergên wê jî heye. Di encama wê êrîşê de seroka beşa ezmûnan rakirin nexweşxaneyê.
Em bi ola xwe baş dizanin hewce nake tu kes bi me bide naskirin 
Hemşîreya bi navê Salî Umran a 25 salî dema ku li nexweşxaneyê bû, jineke ji koma Sewaid El-Xêr ew sekinand û gelek rexne ji ber cil û bergên wê lê kir û ew tehdîd kir.
Salî got ku kê ji van kesan re gotiya em ne misliman in û wiha pêde çû: "Em baştir bi ola xwe dizanin, hewce nake tu kes ola me bi me bide naskirin. Divê Heyet Tehrîr El-Şam girîngiyê bide şert û mercên mirovên li kampan ku di nav xizanî û birçûnê de dijîn û şert û mercên wan baştir bibe li cihê ku mudaxeleyê azadiya jiyana kesan dike." 
Hevbendiyê Navneteweyî diyar kir ku her destwerdan li her saziyek tenduristiyê yan jî çalakiyek mirovî ji hêla her aliyê ve wekî êrîşeke eşkere li dijî navendên tenduristî û karmendên ku tê de dixebitin tê hesibandin ku dê di dawiyê de bibe sedema sekinandina karûbarên mirovî û bijîşkî ji bo sivîlên belengaz.